7 Nisan 2019 Pazar

50 SAL PÊŞANDAN Û ŞANO LI BOKANÊ



Destpêka Pêşandanan Li Bokanê

  Sedemê serekî ji bo destpêkirina karê şanoyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêveberiyên fêrkirin, çand û huner, rodyo, televîzyon, parêzgarî,  fermandarî û şarederariyê bûye! Di wan bajarên ku tenê rêveberiyên fêrkirin û perwerdehiyê hebûne de, cureyek pêşandanê pêkhatiye bi navê pêşandanên netewî û welatî. Ku ev jî di rojên wan ên netewî yên wek rojên; 4ê Abanê(Mijdarê ), 6ê Behmenê(Sibat), 28ê Esfendê(Adar), 21ê Azerê(Berfanbar)de pêk dihatin. Bokan jî di nav wan bajaran de bû! Her çiqas, li Bokanê dibistan bi awayeke nû di demê Riza Şah de hatibe avakirin jî,  dibe ku pêşandanên bi vî rengî ji salên 1951an û virve dest pê bibin. Kê di van pêşandan de cih girtiye bi temamî ne zelal e. Ew ên ku heta sala 1972an navê wan dixwiyê ev in:
  Xefur Hacî Xefurî, Husên Miradbegî, Mḧemed Azerî, Ebubekr Xefurî, Husên Se'îdî, 'Elî Celalî, Husên Dihbendî, 'Usman Fethî, Cewadî Cewahîrî (Xelkê Mehabadê ye), Macid Hemze (Xelkê Seqizê ye), Xalîd Rezayî, Mhemed Emîn Şêrxanî, Reşîd Azadîxwah, Husîn Melek Pûr, Mehmud Weysî, Mihemed Kerîmî, Nadir Qadrî, Ce'fer Merdanbegî, Mensur Feruxî, 'Ezîz Merdanbegî, Cucî Îranî, Dulber Fethî , 'Ebdula Emînî, Fetah Îsma'îl Pûr, Fetah Sûrxî, Husên Serkar, 'Usman Îsma'îlî, Mensur Helebî, Ehmed Sambegî, Husên Mihemedyan, Yûsif Weten Perest, Ce'fer Şekeranî, Fayiq Ademî(Xelkê Seqizê ye), Mihêdîn Kerîmî û hin kesên din!
  Bernameyên van cejnan ji strangotin, helbestxwendin, pêşandanê komedî û “ netewî û welat(welatparêzî)! Maqûlên bajêr û desthilatdariyê bi kartên vexwendinê û kartên himetî ‘alî(bi peredan,) bangewazî dikirin û di rêza pêşî de jî rûdiniştin. Yên din ên wek kesên ji rêzê û xwendevanan diviyabû bi 5 tomenan biletê bikirin!  Rêveberên van bernameyan, ew kesên paye bilind- mîna mamosteyê dibistanên Amadehiyê Mehmûd Hîşamî(wek Mehmûd Qişqere, mamosteyê dibistana Amadehiyê ya bajarê Mehabad), Sîrûs Tewfîq(mamosteyê Kîmyayê û reîsê dibistana amadehî,( xelkê Meraxeyê ye) û Reşîd Azadîxwah(mamosteyê wêje û cêgirê reîsê dibistana Amadehiyê, berpirsyarek ji hizba Panîranîst û hizba Rastexîz (Qiyamet) ku ev nivîskarê piraniya pêşandanan bû. Pêşandanê wek “xwîn û ax( ev di erşîva min de heye)!
Li Bokanê koma şanoyê li holê nebûye. Her salê hin kes ji aliyê berpirsiyaran ve yan ji aliyê Hizba Panîranîst û Hizba Rastexîz ve dihatin hilbijartin yan jî ew bi xwe diçûn alîkarî dixwestin. Ev kes êvaran piştî dersên rojane diçûn û di odeya dibistanekê de prova dikirin. Naveroka van pêşandanan pêdagotina çand û dîroka desthilatdariya Şahenşahî bû. Kur di van pêşandanan de bi cil û bergên kurdî, xencer li ber piştika wan re bi navê “Xeyur” û” merzdarî” bi rêgeza Îranî dihatin nîşandan ku bi zimanê farsî û hestên Îranîbûn û şahperestîya xwe derbibrin, ji aliyê temaşevanan ve bi çepikan dihatin pêşwazîkirin!’??
  Gelek caran termê vî Merzdarê Xeyûr1 li hember êrîşê dijmin de -ku her car ev kurd bûn-diket ser dika şanoyê.      Di vir de yên maqûl dest bi çepikan dikirin!! Hin caran karê henekan dikirin. Ji aliyê hin kesên wek  Xalîd Rezayî, Mihemed Emîn Şêrxanî, Xefur Hacî Xefurî, Husên Miradbegî û kesên din ve pêşandanin dihatin kirin lê ji naveroka pêşandanên netewî û welatî dûr bûn; ev jî; ya  Maşîn Miştî Mem Delî, jiyana Fîrdewsiyê Tusî,  û xwendina helbestên  Areş Kemangîr,, Siyaweş Kesrayî bûn.
   Rolgirên pêşandanên komediyê jî ev kes bûn: Husên Melek Pûr, 'Usman Fethî, Macid Hemze, Cewad Cewahirî, Mḧemed Kerîmî û kesên din! Mijara wan jî jiyana rojane ya gel bû, henekên xwe li gel dikirin ku nifşek-cûrek henekeriyê bû, carna jî li ser belavkirinên nûçeyên televizyonan bû, stranê kurdî, farsî dihatin pêşkêşkirin û mezinahiya binemala Pehlewî dihat xwendin.

Koma Şanoya Lawan A Bokanê

   Di destpêka meha Pûşper 1973an de, di “dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr de koma Şano ya Lawan bi beşdarbûna van kesan hat damezrandin: Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, 'Ewlla Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî! Mihemed Reza Efzel, mamosteyê karmend bû, ji Tehranê bû, berî jî ev kar kiribû. Wek derhêner û rêveber bi komê re dixebitî. Provakirin jî li odeyek a dibistana amadehû ya Kuroşê Kebîr bû. Bi vî awayî koma Şano ya Lawan pêkhat û şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha sermaweza 1974an de ji pêşkêşkirinê re hat amadekirin
  Dekor şkekft bû, ji kaxezên kevin yên çîmentoyê( Bi rengê reş û qehweyî hat rengrêjkirin) û texte û dar hatin amadekirin Ev jî bi pêşnûma û zehmetiya kek Efzel pêk hat. Plaket hat nivîsandin û bi camên dikanan ve hatin daleqandin, her weha dibistan jî bi van plaketan dixemilandin.
- Koma Şano ya Lawan pêşkêş dike, Şanoya Kûne Eşkewt, nivîskar Nasir Îranî, derhêner Mihemed Rza Efzel, rolgir(lîstikvan): ‘Ebdula Emînî(pîremêr), Ce’fer Merdanbegî (Murteza), Nadir Qadirî (Hesen), Birayim Ferşî(Kazim)
Girîm û dekor(Efzel), cihê pêşkêşkirinê(Pirtûkxaneya Bajêr/Parka Zarokan, pêşberî dibistana Şapûr), rja pêşkêşkirine: (25 û 26/09/1353) demjimêr 7ê piştî nîvro, têketin belaş e!
Şeva destpêkê tenê sî temaşevanên şanoya yekemîn li Bokanê bûn. Şeva duyemîn 700 kesan xwe berdan nav holê(talarê)! Pîr û law û keç û mamoste û xwendevan li tenişta hev rûnişibûn yan jî şipiya sekinî bûn. Cara yekemîn bû k udi vî bajarî de du keç rêveberê bernameyê bûn.  Sara Rostemzade xêrhatinê li temaşevanan dike û Şêhîn Mîrî helbestan dixwîne!( destpêkirina vê şanoyê hevdem bû bi pêşketina keftûleftên Başûr ku binkeyên wan li Îranê jî hebû). Murteza û Kazim û Hesen sê serbaz(leşker) bûn û ji eniya şerî reviyabûn.  Li cihekê digerin ku xwe lê veşêrin. Ev cihê ku hatinê cihê pîrêmêrekî ye! Çîroka jiyana vî pîrî perçeyek a hêmana şanoyê ye.  Bi vê riyê şer û niştimana xoşewîst tê vegotin û vekolîn! Şanoyê li Bokanê û herêmê deng vedaye, radyo û televîzyona Mehabad bi lez û bez xwe gihandin Bokanê. Bi komê re rûniştin û gotûbêj kirin, ev gotûbêj bi zimanê farsî û kurdî di radyoyê de hatiye belavkirin! Di vir de ya ku cihê derbirîna mijarê bû, bîr û bûçûnên wan herdu keçên xwendevan bû. Ku di vê derbirînê de dijî nêzîkbûnên dayîk û bavên xwe yên li ser hunerê axivîn. Piştre rojnameya “Îtla’at” bi komê re gotûbêjek çêkir.
Piştî vê Şanoyê ji komê tenê ‘Ewla Emînî û Birayim Ferşî man.  Keç piştî şano û gotûbêja li radyo û rojnameyan ewqasî deng jî veda bû, izna karê şanoyê ji wan re nebû, ji wan hat sitendin’

Şanoya Azad

  Ce'fer Merdanbegî û Nadir Qadrî, Mihemed Kerîmî û Mehmûd Weysî koma Şanoya Azad damezrandine,  hem karê xwe î welatî dikirin hem şano: wek mînak:
 “Dîkte û Zawiye” nivîsa Nadir Xulam Husên Se’dî ye, di festîvala Mehebadê de hat pêşkêşkirin.
Dîsa Koma Şano ya Lawan
Koma Şano ya Lawan bi kesine din re kolan bi kolan û di pêşbirka parêzgarî ya Urmiyê de baştirîn derece girtiye û çend ji endamê wê ji bo heftiyekê seyranê bikin şandin perava Deryaya Xezer!

Kilasa(Pol) Şanoyê

Sala piştî wê ji aliyê rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ve di dibistana Şapûr de odeyek dane vê şanoyê.  Di destpêka pûşpera 54an(1975) de,  Kelasê bi beşdariya 25 kesan karê xwe domand.  ‘Umer Hemîdî rêveberiya Kelasê dikir! ‘Umer Hemîdî mamostayê “Xwîdge”yan bû hay ji wêje û helbestê hebû.  Ev 25 kesina ji bo şanoyê nehatibûn. Çend xanimên nû bûyîn mamoste di vê polê de bûn qet têkiliyan bi şanoyê re tunebû. Çend kesên Seqizî jî xeta wan a siyasî bi ‘Umer Hemîdî re hebû ku ew vekişandibûn nav vê polê! 

Şanonameya Ballte:

Şanonameya Balteyê Gogol prova li ser hat kirin û di meha Xermanan de ji b odu şevan di hola(talar) pirtûkxaneya bajêr de hast lîstin û ji aliyê gel ve pêşwaziyek baş lê hat kirin. Derhêner: ‘Umer Hemîdî, şanoger jî ji: ‘Ewla Emînî ( Eleksî Petrowîç), Birayim Ferşî(Akakî Akakîwîç), Salah Rostemî(xizmetkar) Birayim ‘Ebdulayî( Kurê terzî).
   Neveroka şanoyê li ser jiyana miaşxwerekî û terzî bû,  vê şanoyê bala gelek kesan kişandiye ser xwe, rengekî ramyarî(fikrî) daye komê.  Piraniya temaşevanên vê şanoyê ne tenê xwendevan, terzî û miaşxurên dewletê jî bûn. Piraniya terziyan du rêborkên Bokanê girtibûn û daxwaza damezrandina koma şano ya terziyan dikirin!( wê demê tîma lîstika topanê ya terziyan hebû).
   Li pey hev bi pêşkêşkirina vê şanoyê re navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê. Wek mînak; hunermendekî Mehabadî bêyî jê were daxwazkirin ew bi xwe tê berpisyariya grîm(makyaj-pêşnuma) a Şanoya Balte digre ser xwe!

Kurî Xak(Kurê Axê)

  Piştî şanonameya Balte, şanonameya Kurê Axê hat nivîsandin û provayên wê dest pê bûn! Çîroka vê şanonameyê qewmînek a li ser gundekî Loristan heyî ye ku mebest kurdistan bi xwe ye.  Gund ji ber hişkesaliyê (bêbaraniyê) dişewite.  Melayê gund jî saya rejîma şah mala wî li bajêr bû û zaroyên wî li wir diçûn dibistanê. Gel hewl û handan dida ku ber bi bajêr ve biçin û terka gund bikin. Hin ji wan ên wek alîgirên Melê û ji bo sûdê ji derfetên bajêr ên wek birq(elektirîk) û av û dibistan û nexweşxane û derfetên karkirinê bigrin, dixwestin gundê xwe vala bihêlin û herin bajêr. Kesên din serê wan gêj dibe-dîn dibe, di wê heynê de mala Ehmedî bi çend zaroyan ve biryara li gund mayînê didin! Şano bi bûka baranê ya zarokan dest pê dike!
 Ev şano di sînemayê de te pêşkêşkirin, her car 1500 kes temaşevanên wê hebûn. Vê carê ne tenê karker, mamoste, xwendevan, gundî, bajarî û maqûl jî hatibûn. Şano bi zimanê farsî bû, lê ruh û rewişt û behs û qewmîn, cil û berg û cihê qewmînê hemû peywndî bi kurd û kurdistanê re bû. Cihê provayê di fêrgeha Nûbinyadê ya li taxa Bazara Heywanan bû!

  Kurê Axê di meha Xezelwera 1354(1975)an de hat pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Ev şano li bajarên wek Bokan û Mehabadê hat pêşkêşkirin û pêşwaziyek baş jî lê hat kirin.  Li Bokanê di talara sînemaya Se’dî de 3000 kesan lê temaşe kiriye, Li Mehabadê di Mala Lawan de(Xeneyê Cevanan) di şevekê de 300 kesan lê nihêrî!
Karê dekor û makyaj û cilûbergê bi giştî ji aliyê komê ve çêbûye. Dekor gundekî nîşan dide, cil û berg bi kurdî bû!

Kes:
  Desteya yekemîn a zarokan: Reza Şemamî, Reza Îsafî, ‘Elî Azerguşesp.
  Desteya duyemîn a zarokan: ‘Elî û Rehman Azerguşesp.
Şêt(dîn): Fetah îsmaîl Pûr, (‘Elî) ‘Umer Hemîdî, (Ehmed) Birayim Ferşî, (Ezîz) Kemal ‘Ebbasî, (Axund) Ce’fer Rostemî, (Rehîm) Kemal Behram Wend.
Kes: Desteya yekemîn a zarokan Reza Şemamî, Reza Îsafî, 'Elî Azerguşesp, desteya dûyemîn: 'Elî Û Reḧman Azerguşesp.
  Kurê Axê di festîvala şano ya Mehabadê de di nav komên wek Koma Şanoya Çand Û Huner A Mehabadê,  Koma Radyo Û Televizyon A Mehabadê, Koma Şanoya Azad A Bokanê, Koma Reqsê Ya Bajarê Merîwanê de dereceya herî bilind wergirt.
Di demekî kurt de piştî pêşkêşkirina vê şanonameyê gelek kes li navçeya Bokanê hatin binçavkirin. Ji wan yek jê ‘Umer Hemîdî ye. Tirs dikeve dilê gelek kesan û herweha nav komê jî. Hin ji wan ji Kurdistanê jî derketin. Êdî kes xwe nedikir xwediyê komê!

Şanoya Lawan û Şanoya Mêrmindal

Piştî çend mehan bi ser têkçûna pola şanoyê, werçerxiye û vê carê jî yên ku daxwaz dikin zêde bibûn. Ji neçarî du pol hatine vekirin. Yek jê serpereştiya ‘Ewla Emînî, ya din jî bi serpereştiya Birayim Ferşî.  Her weha koma şano ya nûciwanan ku ji zarokên bin 15 salî pêk dihat, hat damezrandin. Di vê salê de piranî di nav komên Bokan û Kirmaşan û Mehabadê de pêywendî hatin xurtkirin. Bi taybet peywendiya şanoya Law bi Nusret Seyafî û Ataş Teqî Pûr bi hêz bû. Ji ber vê, şanoya “durî Xerîp”(dûriya Biyanî) ya ku Nusret Seyafî nivîsîbû ji bo pêşkêşkirinê hat hilbijartin. Piştî amadebûna Resûl Penahî (berpirsê rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ye) ji bo izin girtinê serî li rêveberiya çand û huner a Mehabadê dide. Ev rêveberî jî neyekserî izin dide.

Zarok û Seggel

Izna Dûrî Xerîp hat dayîn lê izna se(kûçik) û zarokan nehat dayîn ku bileyîzin û dest danîn ser.  Bi mihaneya ku dibên; zarok di kavilekî de pişta xwe dabû “avahiya mala dewlemendekî û mijûl dibin! Ev kavil cihê kûçikê beredayî bû! Zarok li vê derê paşa û wêzîriyê dikin seggel jî taca şahî û wezîrên wî dixin serê zarok. Di daîra çand û huner a Mihabadê de ev tişt bêrêzî bû ji binemala Pehlewî re.
Yek ji endamê Şanoya Nûciwanan di nameyeke xwe de weha dinivîse:
  Koma Şano ya Nûciwanan piştî 9 meh provayê, agahdariya qedexebûna şanonameyê hat kirin, ev jî dihat pêşbînîkirin. Ji ber vê di dema provayê de gazî temaşevanan dihat kirin ku lê binêrin. Bi vî awayî 300 kesan li şanoyê temaşe kir. Ev şano ji ber dariştin û şêwaza gotinê bandorekî xurt kir.  Şano gelekî bê perde(aşkere) behsa civaka jêr desthilatiya Pehlewî dikir. Her tişt di çarçoveyek biçûktir de xweşiktir dixemiland-dirêsand, ev şano maketeke biçûk a civakê bû û nêzîkî jiyana me ya rojane bû. Hezkerên me-hevalên me- bi vê şanoyê bi cureyek bû ku piştî qedexekirina şanoyê ji aliyê desthilatiyê ve rondik ketin ser çavên hinek ji me. Ev şano ji bo me pencereyek bû di bin zilm û zora desthilatiyê de. Ew jî ji bo me bû ronîkirinek.
   Beşdarên vê şanoyê ev bûn: Mihemed Îftixarî, 'Elî Mehmûdî, 'Elî Azer Guşesp, Rehman Azer Guşesp, Selam Mecîdpûr, Suleyman Ferşî, Suleyman Feramerzî, Xullamreza Muqedem(Xellkê bakurê Îran), Selah Rostemî, Nadir Kerêze, Reza Şemamî.
Hevkarên wê: Simayil Feramerzî, Mucteba Azarşî”
Dûrî Xerîb; Dûrî Xerîb lêqewmînek a gundekî Kirmaşanê dihundirîne. Ev şano xwe berdide nav kûrahiya çand û êş û elemên herêmên Kurdistanê. Zaravayê şanoyê farsiya Kirmanşahî bû û bandoreke mezin li ser gel kir.

Festîvala Şanoyên Bajaran
Beşdarbûna endamên koma şano ya lawan li festîvalên şonayên bajaran;  li Tehranê derfetekî derdixe ku em bi gelek komên şano yên din re hevnas bibin. Her çiqas izna koma şano ya lawan nehatibe dayîn wek kom beşdar bibe û şanoyê pêşkêş bike lê tevlî komên Kirmaşan û Mehabad û Ûrmiyê bi serpereştiya Nusret Seyafî Ataş Teqî Pûr û Xulamreza ‘ezîzî (ku ew jî Kirmaşanî bû lê berpirsê şanoya çand û huner a Ûrmiyê bû) beşdar bû. Vê têkiliyê Bokan xist rêza wan bajarên ku şano hê baştir lê dihatin kirin. Her weha di wê salê de komên din yên bajarên Îranê ji bo pêşkêşkirina şanoyan hatin Bokanê. Em pêngav bû sedema têkiliyên hê zêdetir di navbera Bokanê û bajarên din ên Îranê de.

Dewreyek Nû:

Di bihara 1355(1976)an de gelek ji endamên komê ji wergirtina dîplomayê, ji kar mayîn û yan jî ji ber çûna leşkeriyê dev ji karê şanoyê berdan.  Nivîskarê van dewran jixwe di dibistana amadehî de dixwendin, damezrandina karê şanoyê bi berdewamî maye! Ji vê salê ve ne tenê karê şanoyê, dest bi berhevkirina kelepûra kurdî jî kirin. Kesin ji endamên koma şanoyê hewl dan ku beyt û heyran û folklora kurdî berhev bikin û li ser çand û zimanê kurdî nîqaş-vekolîn- kirin!

Se(Kûçikek)yek Li Ser Bênderê

  Şanonameya, Se(Kûçikek)yek Li Ser Bênderê,  ya nivîskarê navûdengê Îranî, kurdê Kirmaşanê Nusret Ewla Newîdî ji bo pêşkêşkirinê hat hilbijartin.  Çîroka vê şanoyê; qewmîna li gundekî ye ku mal û dahatên wan ji aliyê Hacî Selem Xor, şêx û mela, parsek, derwêş û dewletê ve tê talankirin.
  Di demê bênderan de ew hemû berê xwe didin bênderan, jina cotyar jî wek seyekî tê nîşandan ku nahêle danê zivistanê yê zarokên wê bê revandin! Şayeste Me’rûfî li ser şanoyê karekî bêemsal nîşan dide ku bala gelê bajêr bikişîne. Sureya Behnam û Hesen Qudretî wek du zarokan; Mensur Merzengî wek mêrê jinikê, Ebûbeker  'ebdula pûr wek (Murşid-Hosta), Haşim Resûlzade wek (mela), Suleyman Ferşî wek (dikandarê bajêr), Mihemed Mi'marzade wek(Hacî Selem Xor), Humayûn Mensûrî wek (memûrê dewletê) rol leyistin. Derhêner Birayim Ferşî bû.

Apê Zincîrrês

Piştî du mehan şanoya Apê Zincîrrês hat pêşkêşkirin!. Di sala 1977an de, ku piştî sala 75an du şanoyên wek “balte” û “kurê axê” hatin pêşkêşkirin. Ev duyemîn car bû ku di salekî de du şano werin pêşkêşkirin.  Apê Zincîrrês; çîroka civakekeke tejî şet û dîn e. Dînxane ji bijîjk, endazyar, nivîskar û mirovên pêzan tije ye.
Ev kes beşdar bûne: Qadr Fethî (Rûxoş), Birayim Ferşî(Nûser), Mihemed Faruqî (Kaşif), 'Usman Qadriyan(Bê Xeber), Humayun Menisurpûr ('Aşiq),Haşim Resûlzade(Profesor),Simayil Yosifî(Sergerdan), Mihemed Mi'marzade(Zencîrî), 'Ebidula Pûr(Dexell), Mensur Merzengî (çîrokbêj). Derhêner Birayim: Ferşî.
Ev şano berhema dawî yê koma şano ya lawan bû ku bi zimanê farsî hatiye pêşkêşkirin.
Di sala 55(1976)an de pêşandanên netewî û welatî-parêzî êdî bi diwaî hatin.  Koma Şano ya Azad jî heman di vê salê de hilweşiya. Piştî wê salê û bişûnde, herkesê ku karê şanoyê kiribe endamê Koma Şano ya Lawan bû. Şanoya Apê Zincîrrês jî berhema dawî ya Koma Şano ya Lawan bû di serdema rejîma Şahenşahî de!

Jiyana Nû:

Jiyana nû ya Koma Şanoyê di havîna 57(1978)an de dest pê kir. Di wê salê de keftûleftên gelê Îranê dijî rejîma Pehlewî pêş dikeve. Di polên Koma Şano ya Lawan de nîqaş li ser mijarên çandî, civakî, hunerî û felesefî dihatin kirin. Her endamekî nû ji bilî lêhûrbûna li ser hunerê diviyabû ku rê û rêbazên şanoyê fêr bibe. Di van polan de, dersên cur bi cur yê şanoyê, teorî û pratîka wê dihat dayîn; deng, nefes, mîmîk, karê laş, ezmûnên bicihanîna rol û gelek tiştên din. Her şanogerek di beşdarbûna van polan de, di rastiyê de rolek ê şanoyê didît!

 Şanoya Lawan Di Nav Gel De

  Evarekî dereng, dema ku em ji yek van polan, di destpêka havîna 1357(1979)an de derketin, dengek hat guhê me. Em li fêrgeha Lîseyê ya li ser kolana Perwerdehî û Hînbûnê bûn. Em ber bi deng û galegala ku ji aliyê şaredariyê ve dihat birê ketin. Li ber deriyê şaredariyê nêzî 40-50 kes kom bibûn û dazwaza av û birqê dikirin ku diviyabû bi şaredariyê re biaxivin. Lê di wê êvarê de kesek li şaredariyê tunebû. Ji şaredariyê ku li pêşberî şaredar bû, gotin ku hemû berpirsên bajêr li mala endamê parlentoyê Mihemed Nûrî ne.  Bîst kes ji komê li wir hebûn,  em bi gel re meşiyan, mala birêz nûner li ber roniya çirayê wek rojê dixwiya. Polîs li dora mala wî bûn.  Gel daxwaziyên xwe derbirî. Lê ne birêz şaredar ne jî nûner(endamê Parlementoyê) nehatin derve. Ji ber ku mirovên nûner û polîsan pêşiya gel girtin, deng û xirecirê hê zêdetir gel li wir de kom kirin.  Cendirmeyan jî nû xwe gihandibûn wir ku hewl didan girseyê berbelav bikin. Lê gel daxwaziya bersivê dikir.  Di dawiyê de bi fermana reîsê cendermeyan teqe(gulereşandin) kirin.  Heta derengiya şevê teqeyên polîs û cendermeyan domand.  Roja piştî wê bi bihaneya ku “endamên şanoyê gel tehrîk kirine” gazî bavê endamên şanogeran kirin bo şaredariyê. Ew agahdar kirin ku pêşi li zarokên xwe bigrin da ku li pey fitneyên biyaniyan nekevin.
  Çend roj piştî wê şevê bi sedemeke din xwepêşandanek mezin li bajêr hat lidarxistin.

Encûmena Zanistî û Wêjeyî

Payîza 57(1978)an Koma Şano ya Lawan bi mamoste û xwendevanan re Encûmena Zanistî û Wêjeyî hat damezrandin. Roja pêncşeman bi taybetî xwendekar, roja îniyê jî herkes beşdar dibû.  Bi piranî mijarên ku pêşkêş dikirin; helbest, çîrok, nivîsar, şano, stran û mijarên din ên siyasî û civakî yên ku dijî rejîma Pehlewû bûn.  Vê encûmenê heta hilweşandina rejîma Şah domand.  Piştre ji ber hev belav bû.

Şanonameya Bêdeng

Di reşemeha( berfanbar) sala 57(1798)an de Şanoya Lawan, şanonameyek a bêdengî ji nivîsa û derhênana Ebdula Emînî pêşkêş kir.  Di vê şanoyê de fikr û ramanê xwe yê siyasî dida xwiyandin:  “Apê Sam li jorê ye, dewleta bazirgan li jêrê ye, siha Xomeynî li pişt Apê Sam e”. Bi vî awayî xetekî siyasî ya beloq dikeve nav komê.  Encam;  kom li ser karê xwe berdewam dike,  di nav komê de rengên cuda jî hebûn!

Mangirtin(Rojiya Birçîbûnê): Yekêmîn şanoya bi zimanê kurdî.

Sala 58(1979)an yekemîn şanoya bi zimanê kurdî ya bi nivîsa Ebdurehman Zengene( bi gotina Kek Enwer Reşîd li Almanya, nivîskarê şanoya Mangirtin, nivîskarek Ereb e bi navê Ce’fer Elî’ye, werger jî Fazil Caf û Rehman Zengene bûn) ji bo pêşkêşkirinê hat amadekirin!. Rojiya birçîbûnê; çîroka karkerên petrolê yên li Kerkûkê vedibêje. Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehr(Xanê) ê hat pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina Rojiya Birçîbûnê li Bajarê Sineyê hevdem bû bi hatina artêşa Îranê di roja 27/05/1358(1979)an de. Ku ev roj jî roja dawî ya cîhada Xomeynî ku li dijî gelê kurd ragihandibû. Bi vî awayî pêşî li karê şanoyê hat girtin.
Derhênerê şanoyê Birayim Ferşî bû. Lîstikvan (rolgir) jî; Mihemed Mi'marzade, Mensur Merzengî, 'Elî Mehmûdî, Qadr Serşîn, Ce'fer Mewlûdpûr, Rehîm Behramzade, Simayil Yosfî, Salh Salihî, Ebu 'Ebdulapûr, Es'ed Husênî, Mihemed Farûqî, Xalîd Heyderî, Ce'fer Babamîrî, Suleyman Ferşî û kêsine din ên ku ji bajarên din ên kurdistanê hatîn.
Şanoya Rojiya Birçîbûnê, piştî Dayîka Niştiman a 1323(1944)an,  di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de duyemîn şano bû ku bi kurdî hatî pêşkêşkirin. Her weha yekemîn şanoye ku bi tevlîbûna gelek kesên din ên ji bajarên kurdistanê hatîn û derketîn ser dika şanoya.  Pêşwaziya ji vê şanoyê re wêneyeke giştî yê daxwaza gel ji bo çand û zimanê kurdî derdixist pêşberî wan.
Li bajarê Seqizê dema ku me ji bo kêm û kurtiyên şanoyê lêborîna xwest, mirovek temendar rabû ser piya û bi kelogirî got: “na, kurên min,  nabe ku lêborînê bixwazin, em ji dil spasiya we dikin,  we hestên xwe di dilê me de zindî kirin ku bi salane hatiye li paşxistin, ez ji sîsalî zêdetire mamostayê fêrgehan im,  ji xwe şerm dikim ku nikarim bi kurdî binivîsim û bixwînim! Ev hest li hemû bajaran dihat dîtin. Di wan bajaran de deh hezar zêdetir temaşevanên xwe hebûn.

Xweserî Ango Çi? Berhema dawîn:

Berhema dawî ya Şanoya Lawan şanonameyek bi navê “Xweserî Ango Çi?” bû.  Nivîskar û Derhêner Birayim Ferşî bû. Di zivistana 1980an de li bajarê Sine, Seqz, Bokan, Mehabad û Pîranşarê hat pêşkêşkirin. “Xweserî Ango Çi?” li ser rê û rêbazên beytê kurdî hatibû nivîsandin.  Form û dariştin, şêwaza axaftin û pêşkêşkirinê li gor taybetmendiyên beytê hatibû amadekirin. Nêçîrvan bi temaşevanan re dikeve nav gotûbêjan. Ev şanoname; kurdek nîşan dide ku ew xweseriya rengorengo ya hemû grûpên siyasî sergêjiyê çê dike! Ev şano bi germî ji gel hatiye wergirtin û dikin “Xweserî ango çi?” Wek yekemîn deqa şanoya kurdî li rojhilatê Kurdistanê bi şêwaza nû û li ser bingeha dramaya kurd a qedîm lê bê nihêrîn. Hemû beşên şanoyê yên wek mûsîqe û cilûberg bi kurdî bûn.  Şêwaza lîstin û keftûlefta şanogeran jî li gorî li ber çav girtina taybetmendiyên jiyana kurdewarî bû.  “Xweserî ango çi?” destpêka ezmûnkirina nû ya şanoya kurdî bû di rojhilatê welêt de hatiye gur kirin.


Şer û Şano

Li pey hev pêşkêşkirina vê şanoyê li kurdistanê,  hêzên komara îslamî yên şer,  ji bo pêkanîna fermana cîhada Xomeynî berê xwe dane kurdistanê, ji bilî wêrankirina welêt,  çand, huner û pênaseyên kurdan di bin navê XWedê û Islamê de bin pê kirin.  Du alî û çend alî ve kete nav hêzên kurd û Îraniyên serhildêr! Cudahiya siyasî, îdeolojî û rêxistinî zêdetir keysê rejîmê xweş dikir. Bi vî alî û bi wî alî kete nav hêzên pêşmerge. Hêzên rejîmê cihê lingê xwe li kurdistanê çê kirin û gund û bajar ketin bin simê wan.  Hêzên serhildêr jî ketin nav paşvekişînê û heta wî aliyê sinoran çûn. Şanoya Lawan ji ber destêwerdana hizban, bi taybet destêwerdana berpirsiyariya baskê wê yê Kurdistanî-rêxistina gêrîlayê Fidayî(Ekseriyet) li pey hev hilweşiya.

Gotinek Ji Bo Dîrokê

Şanoya Lawan bê guman yek ji paqijtirîn pêngavên karê şano, çand û rewşenbîriyê ye ku di navbera salên 1973 û heta 1980an de di rojhilatê welêt de pêk hatî.  Pêngaveke ku di nav rejîmekî reş de serî hildaye û di nav rejimekî hê reştir de serî jî netewandiye. Her çiqas temenê Şanoya Lawan tenê heft sal be jî, lê kar û çalakî û hunerî û têkariyên wan 55 kesan di karê şano, çand, siyasî û civakî de ji bejna wan bilidtir bû.  Di dema ku hemû taybetmendiyên kurdî qedexe bû de Şanoya Lawan digel karê şanoyê,  karekterê kurd û zimanê kurdî li ber çav digirt û wisa berhemên şanoyê pêşkêş dikir. Di dema ku çanda kurdî ji aliyê rewşenbîrên kurd bi xwe ve bi çaveke nizim lê dihat nêrîn de dest bi berhevkirina beyt û bêjên folklor û pêşandanên kurdî kirin. Endamên Şanoya Lawan ji salên 1973an û virve rabûn û rûniştinên wan bi kesên wek Qale Merre û Hemecan û 'Elî Kerdar û dehan kesên din ên wek wan bûn. Dema ku keft û leftên siyasî germ bûn, endamên komê, hevalên herî nêzîk ên bizavên kurdî bûn. Yekemîn lawê Bokanî yê ku guleyên rejîma şah li sînga wî ketî endamê şanoya Lawan Kemal Hemîdî bû. Her weha endamên Koma Şanoya Lawan tama zindanên Şah jî hilimijandin. Yekemîn guleyên rejîma komara îslamî ku sînga wan dirandîn jî çendîn endamên komê yên wek Mutelîb Çabûk û Es'ed Husênî bûn! Dema ku guriya çand û zimanê kurdî bilind bû jî, endamên Şanoya Lawan di “encûmena îlmî û edebî” û komeleyên xwendevan û mamosteyan de dengê wan bilidtir bû. Piştre dîsa wan dengê şanoyê bi zimanê kurdî li rojhilatê Kurdistanê berz kirin. Ew jî di demek wisa de bû ku endamên Koma Şanoya Lawan her yek alîgirê aliyekî siyasî bû. Lê karê şanoyê, karê çandê ji bo hemûyan karê hevbeş bû.  Bêguman divê hemû beşên jiyana şanoyê werin vekolîn lê ev mijareke din e.

Hizb û Şano

Piştî hilweşandina koma Şanoya Lawan, hêzên siyasî komên xwe yên şanoyê damezrandin. Ev kar bi pirranî di navbra salên 1353(1980) û 1361(1982)an de li Bokanê hatin pêşkêşkirin. Têkiliya van karan bi rewşa siyasî ya demê û helwestên hêzên siyasî yên li nav bajêr û herêmê ve hebû. Naverok û formên pêşandanan û rolgirên şanoyê û derhêneran û hemû aliyên teknîkî yên van karan bi giştî girêdayî hest û bîr û zanista hunerî ya koman û keftûlefta wan bûye! Bi hebûna belgename û nivîsê karên wan salan, mirov dikare agahiyên zêdetir jî vebêje!

Şano Di Bin Desthilatiya Çek Û Dîn De.

Piştî desthilatiya hêzên leşkerî ya Îranê di sala 1361(1982)an li bajêr de, dika şano û pêşandanê jî vala dimîne! Piştî wê jî desthilatiya navendî bi rêyên cûr bi cûr zordarîya desthilatiya xwe qayîmtir dike. Dayîreyên xwe yên korecivakî li ser kurdan, di bin serpereştî û çavdêrî û kontrolirkirina xwe de dadimezrînin. Yek ji wan saziyan jî, “saziya danezana îslamî” bû.  Bi vê jî salrojên xwe wek; dehê fecir, şerê Îran û Êraq, cejnên din yên desthilaya xwe û bernameyên wisa pêşpêşkirine. Ku bingeha van hemû tiştan propagandeya desthilatdaran, reşkirin û dijayetiyatîkirina her tiştên ku derveyî ol-mezheba şîa û desthilatiya rûhanî bû ku bi vê jî çanda serdest di ser Îranê de qayîm bikin. Bi gotineke din; vê carê jî ji derveyî çanda netewî û welatî di çarçoveya desthilatdariya olî de hewl dida û şano û çand paşde xistin. Bi vê riyê gel û civak jî paş xistin û ev siyaset jî bi hêz û karîna kurdan birêve dibirin.  Beşek ji van bernameyan bi destê wan kesên ku demekê rêveberên bernameyên pêşandanên şahenşahî dikirin birêve diçû. Ev jî çiqas dûr an nêzîkî hunera şanoyê û karê çand û hunera neteweyî ya kurd e ji belgenameyan tê famkirin. Di vê heyamê de wan kesan xewna şanoyê dibirin ser mase û kesên din jî bi xewnên nû dên meydana şanoyê. Ew xewnên ku dane pêş çiqasî rasteqînî anîne pêşber ji aliyê xwediyên xewnan ve dikare bê dîtin.  Ev jî, kengê xwediyê xewnan dê li deriyê rastiyê bidin ew dizanin.

Kele Spî

Di zivistana 1367(1988)an de şanonameya Kele Spî ya nivîsa Îbrahîm Mekî û derhênana Xalid Heyderî di bin navê “Koma Şano ya danezana Îslamî” ji aliyê “Beşa Lawan A Navenda Çanda Û Huner A Bajarê Bokanê” vê di salona Sînemaya Wehdet de hatiye pêşkêşkirin. Di nivîsarekî de spasî ji bo “Şiketa Kooperatîfa Gundewar ê Bokanê”, Yekeya Besîcê ya Bokanê(hêza paramîlîter a îranê)  û Perwerdehiya Hêzên Ewlekarî û Rêveberî û Xebatkarên Sînemaya Wehdet Bokanê re û kesên alîkarî daye wan re tê kirin! Li gor gotina Xalid Heyderî ew şanoya yekemîn e ku piştî şoreşê hatiye nîşandan! Rolgirên vê şanoyê ji Kuruş Şemamî, Luqman Sultanî, Es'ed Asyaban, Mezher Esrarî pêk hatiye! Çîroka vê şanoyê li ser “di şer û îmana şerkerên ku nakevin de” ye! Di wê namilkeyê de; qala; di şerê Îran û Êraq û Amerîka û şeytanê mezin de rizgariya gelan hatiye kirin! Di heman namilkê de navê şanonameyek din derbaz dibe bi navê “bêje li kû ye”.  Di nivîsa Mihemed Reza Cibaran de tu agahî li ser vê şanoyê nehatine dayîn. Ne diyare ku gelo ev herdu şano heman şano ye yan du ne?  Cara duyemîn ev şanoname di Sêyemîn Festîvala Azerbaycana Rojava ya sala 1371(1992)an de hatiyê pêşkêşkirin. Vê carê jî derhêner Mezher Esrarî ye, Suleyman 'ebdulrehîm jî alîkar e.  Rolgir jî: Mezher Esrarî, Es'ed Asiyaban e.

Komediya Şahenşahî Bi Şêwaza Îslamî

-Çayxaneya Azadî ya Mam Qenber! Nivîskar…? Derhêner…?  Bi minasebata 10ê Fecr* bernameyek ji aliyê “Navenda Tendurîstî û Derman a Bokanê” ve di salona Sînemaya Wehdet de saet 6ê piştî nîvro ya sala 15/11/1368(1989)an de hatiye pêşkêşkirin. Di nivîsarekî de karîkatorê M-Qureyşî yê ku razaye û wêneyê Mihemed Kerîmî û kesên din tê de hatiye nîşandan; “ Bi beşdarbûna hunermendên payebilind ê sirûda îslamî(Ehmedî Îslamî, Mihemed Daniş) Şanoya Komedî û rexnegirane bi beşdariya hunermendên Mehabad û Bokan”!

 -Pêşandana “ Nivîsa Se'îd Şapurî, Derhêner Xalid Heyderî. Rolgir: Mezher Esrarî, Reza Şemamî, Muhsîn Şuca'î! Dem: 9/7/1369(1990) sa'et 4ê piştî nîvro. Cih: Salona Heyva Sor a Bajarê Ûrmiyê. Ev şanoname di Festîvala Yekemîn a Azerbaycana Rojava de li Ûrmiyê tê pêşkêşkirin.

-  Resm Ber în Est(kevneşop wisa ye): Nivîskar: Seyid Mehdî Şuca’î, Derhêner: Muhsîn Şuca’î. Rolgir: Muhsîn Şuca’î, Mensûr Qadirzade, Sima’îl Ehmedyan, Qerenî Qaremanî, Mezher Esrarî, Nadir Qaremanî, Se'd Qaremanî, Suleyman 'ebdulrehîm Zade. Dem û Roj û cih: 30/5- 8/7/1370(1991)an Salona Heyva Sor a Bajarê Ûrmiyê. Ev şanoname di Duyemîn Festîvala Şano ya Azarbaycana Rojava de ji aliyê Saziya Danezana Îslamî ya Bokanê ve hatiyê pêşkêşkirin.

-Gum(Wenda): Nivîskar: Îbrahîm Mekî. Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Mezher Esrarî, Bextiyar Şemamî. Dem û Cih Roj: 30/5 -11/7/1370(1991) li Mala Çandê ya Ûrmiyê. Ev şanoname di Duyemîn Festîvala Şano ya Azarbaycana Rojava de ji aliyê Saziya Danezana Îslamî ya Bokanê ve hatiyê pêşkêşkirin.

-Behar Der Beharan( Bihar Li Biharan: Pêşandan, sirûd û mûsîqe di perdeyên komediyê de! Ev bernameyek bû ji aliyê Saziya Danezana Îslamî ya Bokanê ve di meha Axlêve(Adar)ya sala 1371(1992)an de li Salona Şehîdan hatiye pêşkêşkirin. Pêkhênerê bernameyê Xalid Heyderî ye. Di vê bernameya hemerengî de şanonameyên “Pîknîk di meydana şer de” ya Firnando Arabal, bi derhênana Xalid Heyderî şanoyek din a bi navê “demeteqey xawen mall û kirêgrte” û “ Derhênerê ji Ferengê Hatî” li bajarê Miyanduwê, û “wîdeyo û pêwendî” û “Bungay Mu’amilatî” û “Fete û ‘eze” li bajarê Bokanê hat pêşkêşkirin. Navê rolgiran bi hevre hatiye dayîn ku ew jî ev in: Mezher Esrarî, Smayil Ehmediyan, Es'ed Asiyaban, Mihemed Salih Bikrek, Birayim Fetahyan, Cemall Fithî, Ce'fer Qadirî, Suhrab Qaremanî, Mecîd Palewanyan, Tuba 'ebdî, Es'ed Qaremanî, Hesen 'Elîzade, Mewlud Mecîdî, Efşîn Nasirî, Areş Nasirî, Luqman Nencarî, Reza Palewanyan, Îrec, Reza 'Ebidulrehîm Zade. Derhêner: Xalid Heyderî û Alîkar Mezher Esrarî. Stranbêj Kemal Mihemedî! Di namilkeya vê bernameyê de nivîsek li ser komediyê heye. ‘ezîz Merdanbegî bername pêşkêş kiriye. ‘Ezîz Merdanbegî wek dengxweş û şanoger bi salan li ser dika şanoya Bokanê bû. Ji ber qeyrana dil jiyana xwe jidest da.

-Baz Baran(Dîsa Baran). Nivîs: Mihemed Çirmşîr, derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Mezher Esrarî û Reza Şemamî bûn. Ev şanoname di festîvala sala 1372(1993)an ya Ûrmiyê hatiye pêşkêşkirin. Derhênerê şanoyê di namilkeya şanonameyê de dibêje: “ Em li vir kom bûne daku festîvala şanoyê birêve bibin. Ku hevdeng e bi cejnên şoreşê re, şoreşa ku kariye bibe sedema pêşandana wê çand û kelepora ku winda bibûn. Di vî welatê berfireh de gelek gotinên ku nehatine gotin hene ku di fikr û sîngan de mane. Bi şanazî em dikarin bêjin heke wek şano werin amade kirin, em dikarin deynin pêşberî şanonameyên cîhanê”
Li ser pêşkêşkirina vê şanonameyê di rexnegirtinê de wisa hatiye nivîsandin: “Dekor di cihê xwe de bû, ronahî baş bû, efekt di cihe xwe de bû, ji aliyê derhênanê ve dibe ku di salên dahatû de em karê baştir ji vê komê bibînin.” Bîr û nêrînên temaşevanan di vê nivîsînê de wisa danîne: “ tekst(şanoname) û pêşkêşkirin hev nagrin. Karmendê yekemîn ji aliyê hestan ve lawaz bû. Tekst û liv û mîzansan gelek bezîn tê de hebûn. Serê min gêj bû ji şêwaza vê ronahiyê, ewqas vemirandin û vexistin ji bo çi bû??
Ev kom bi ser Çand û Irşada Îslamî û Pirtûkxaneya Selahedînê Eyûbî ya Bokanê bû.  Spasiya van aliyên li jêrê kiriye: Îrşada Îslamî Ya Azerbaycana Rojava, Fermandariya Bokan, Zanistgeha Peyam Nur a Bokanê, Encumena Pêşandanê ya Bajarê Miyanduaw.

-Pencerêhayê Ber Badha(Pencereyên Li Ber Bayê): Nivîs: Doktor Ferhad Zadekirmanî, Derhênan: Es’ed Asyabyan. Rolgir: Es’ed Asyabyan, Mîna Feyzî. Ev şanoname ji aliyê koma encûmenên pêşandanê ve, bi alîkariya “Komeleya Çand û Henerê” di yekemîn festîvala şano ya Bokanê de, di roja 3/11/1373(1994)an de hetiyê pêşkêşkirin.

Dam(Xefk):  Nivîskar: Alfred Ferec, Derhêner: Suhrab Qaremanî, Alîkar: Reza Ebdulrehîm Zade.  Rolgir: Suhrab Qaremanî, Qurban Exewan, Xusrew Qan'î, Mihemed Rehîmî, 'Ebdulrehman Çawşînî, Kamran Qelekuhî. Ev şanoname ji aliyê koma Şano ya Azad ve bi alîkariya “komeleya Çand û Hunerê” di yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê, roja 4/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin.

-Mesîh Herqêz Nexahed Mord(Mesîh Qet Dê Nemire)”: Nivîskar: Mihemed Çirmşîr. Derhêner: Reza Şemamî. Rolgir: Reza Şemamî û Kuruş Şemamî. Di yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê, roja 4/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin.

Der Hizûrê Bad(Li Cem Bayê): Nivîs: Behram Beyzayî, Derhêner: Ebdulrehman ‘Ezîzî, Rolgir: Ebdulrehman Ezîzî, Simayil Ehmedyan, Simayil Behramî. Şanoname karê Encûmena Pêşandanê bû, bi hevkariya “Komeleya Çand û Hunerê” Di yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê, roja 5/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin

 -Mehremane(Veşarî): Nivîs: Nesrila Qadirî. Derhêner Simayil Ehmedyan. Rolgir: Mezher Esrarî, Nadir Qaremanî. Ev şano ji aliyê koma “Sûsa” bi hevkariya Encûmena Pêşandanê û Komeleya Çand û Hunerê ve di yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê de, di roja 5/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin. Ji bo festîvalê spasî ji Rêveberiya Giştî Ya Çand Û İrşada Îslamî, Fermandariya Bokan, Saziya Danezana Îslamî Ya Bokanê re hatiye kirin. Bernameya vê fastîvalê bi “axaftin”, pêşkêşkirina mûsîqe, beyannameya hakeman(ferwerdeyan), dayîna xelatan û mêhvandariyê qediyaye. Roja 3yê rêbendanê dest pê bûye û 6ê rêbendanê qediyaye. Di çarçoveya festîvalê de sê namilkeyên bi navê “weşanên taybet ê festîvalê” derketin. Kesên berspirsiyar ev bûn: Gerînendeyê karûbarê Turec(…)Se’îdî Keya, Edîtor: Xalid Heyderî, Edîtorê nivîsê: Reza Şemamî, rûpelsaz: Simayil Ehmedyan, çap û belavkirin: Ewla Çûpanî, wênegir û repartûar: Mezher Esrarî. Spasiya Nasirî û Qasim Mehdî Zade hatiye kirin. Ev namilke bi berg ve 12 rûpel bûye û hatiye kopyakirin. Gotûbêj û mijara huner û şano û qewmînên li ser festîvalê dihundirand.  Zimanê namilkê wek zimanê hemû Şanoyan bi farsî bû.

-Şeb Ve Gorbêyê zîrê taqî(Şev û Pisîka Li Bin Taqê): Nivîs: Mihemed Çirmşîr, Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Hadî Se’dî û Simayil Ehmedyan. Ev şanoname beşdarî Heftemîn Festîvala Azarbaycana Rojava bûye. Di 2/8/1374(1995)an de li Mala Çandê hatiye pêşkêşkirin. Broşûra şanonameyê karê Mihemed Rostemzade ye, wêneyê darekî bi tenê li ser e û du pel jê weşiyane ser erdê, di palê de ev risteya Se’dî dixwiyê:
 “benî adem e'zayê yekdîgerend ke der aferîneş zi yek guherend ”* (Ademîzade endamên hev in ku di afirandinê de ji yek cewher in): Xalid Heyderî di çarçoveya vê festîvalê vedibêje: “Di sala 1354(1675)an de, di şanonameya “ “Bam ve zîrê bamha-ban û binê banan” de doktor Sa’dî rol girtiye û bi wê şêwazê ketiye nav cîhana şanoyê. Wek şanoger û derhêner di şano û televîzyonan de kar kiriye”! Di derbarê pirsgirêk û astengiyên şanoyê li Bokanê de, dibêje: “dibe ku pirsgirêk û astengiyên sereke ji aliyê gel ve nebûna zanyariyên hunerê ” bê. Ew gazindê xwe ji bîr û fikrên gelk dike ku dixwaza karênn pêş çav weke pêşandinê komêdîyê ne û ev jî wê derfetê nade pêdiviyên kevneşopî ji aliyên gelve werin girtin”. Dîsan dibêje:  di dereceya yekemîn divê em bîr li fikra civakê bin. Nîşandana pêşasndanên kevneşopî û folklorî ku pêdiviya gel pê heye, dikare roleke baş bileyize.  Piştre jî hînkirin û lêanîna li ser dike….”



Erşîva Şîroveyan

-Çîroka Bodroma Bereskû; nivîs: Reza Şemamî, Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Mihemed 'elî 'Ebdulapûr, Reza Şemamî, Siruh Şêxî, Hadî Es'edî, 'Elî Rezayî, Meryem 'ebdulrehîmzade, Kuroş Şemamî, Nazdar Me'rûfî, Mes'ud Sena'etî, Cemşîd Qelekuhî, Emîr Muqtedirî, Cemal Xodakerîmî, Simayil Nûmuselman, Kawe Mihemedzade, Siyawiş Exewan. Ev şanoname di meha gelarêzan(Cotmeh)a 1376(1997)an di Nehemîn Festîvala Şanoyê de li Ûrmiyê hatiye pêşkêşkirin. Li ser berga biruşûra wê wêneyê kareseta Helebceyê berbiçave. Dibe ku peywendiya şanonameyê bi vê qewmînê re hebe.

-Qesrî Xorşîd(Qesra Rojê; Nivîs: Reza Şemamî. Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Îran Ehmed Pûr, Es'ed Asyaban, Zêneb Sadiqyan, Reza Şemamî, Kuruş Şemamî, Husên Sadiqyan, Mensur Husên Zade, Suhrab Qaremanî, Muhsîn Şerefî, Hesen Salihî, Qurban Exewan, Yosif Heyderî, Mes'ûd Sena'etî, Helale Rehmanî, Şilêr Esma'îlî, Mihemed 'ebdulapûr, Fereydun Ferehnak, Husên Xizirî, Susen Şerefî. Ev şanoname di rêbendana 1375(1966)an de hatiye pêşkêşkirin. Di dawiyê de, spasî Ji Navenda Hunerên Pêşandanîyê Ya Îranê, Rêveberiya Giştî Ya Huner Û İrşada Îslamî, Saziya Danezana Îslamî, şaredarî, perwerdehî û fêrgehî, tendurustî, Zanîngeha Peyamnûr, bûroya nûnertiya parlementoyê, nûçegihanên rojnameya îran, radyo û tv yên
Ûrmiyê û Mehabadê, …. kiriye.

Tabloyel Li ser Berhemên hatîn pêşandan

Berhemên Şanoyê yên ku hatîn Lîstin
Şanoname
Nivîskar
Derhêner
Sal
Cih
Ziman
Kune Şkeft
Nasir Îranî
Mihemed Riza Eqzel
1974
Bokan
Farsî
Balte(bivir)
Nîkolay Gogol
Umer Hemîdî
1975
Bokan
Farsî
Kurê Axê
‘E. Hemîdî
‘E. Hemîdî
1975
Bokan
Farsî
Dûriya Biyanî
Nusret Seyafî
Emînî?
1976
Bokan
Farsî
Seyê Li Ber Bênderê
Nusret Newîdî
Ferşî
1977
Bokan
Farsî
Apê Zincîrrês
Beşer Dost
Ferşî
1977
Bokan
Farsî
Rojiya Birçîbûnê
‘E. Zengene
Ferşî
1979
Bokan, Mehabad, Pîranşehr, Seqiz, Sine
Kurdî
Xweserî Ango Çi
Ferşî
Ferşî
1980
Bokan, Mehabad, Pîranşehr, Seqiz, Sine
Kurdî
oktober
Soltanî/Ferşî
Ferşî
1982
Çiya
Kurdî
Koşka Miradan
Ferşî/Hêmin
Ferşî
1983
Çiya
Kurdî
Çend Şanoyên Wêneyî
Ferşî
Ferşî
1982
Çiya
Kurdî
Zindan
Manî
Ferşî
1986
Frankfurt
Farsî

Nasir
Nasir
1987
Axin
Farsî
Fanteziya Zarokan
Ferşî
Ferşî
1988
Koln
Almanî
Sinor
Gizîla Marks
Gizîla Marks
1988
Koln
Almanî
Nanê Jehrkirî
Wasîlî Xançîf
Ferşî
1990
Koln
Kurdî
Gula xwînavî
Ferşî
Ferşî
91-94
Koln
Kurdî
Rev
Ferşî
Ferşî
91-94
Koln
Kurdî
Şanoya Ser Kolanê
Cêsîka û Martîn
Ferşî
92-92
Koln
Almanî
Î win(…)
Mirzok
----
1991
Koln
Almanî
Bi tenê û her cûre bi hevre
Ferşî
Ferşî
1992
Koln/Kasl
Almanî
Şer Di Mala Hejar de
Ferşî
Ferşî/Marîn
1992
Koln
Almanî
Zindanî
Ferşî
Suleyman Ferşî
1994
Koln
Pantomîm
Senfoniya Helebceyê
Refîq Sabiir
B./Gewhr
Ferşî
1994
Koln
Kurdî
Erd
Ferşî
Ferşî
1996
Koln
Kurdî
Mandana
Ferşî
Ferşî
1997
Koln
Kurdî
Zindan
Du Zindanî
B./Gewhr
Ferşî
1988
Koln
Almanî





Kurteyek li ser  jiyana Birayim Ferşî(Baram) û Berhemên Wî


Li bajarê Bokanê ji dayîk bûyê, şanoger û nivîskarê derbarê çandê ye û li Almanyayê dijî.

 Pirtûkên wî yên çap bûyîn.
1-Şano 2002   
2-Nalleyek Le Hawarda 2002     
3-Mandana(Şanoname 1996)
4-Zewî (Şanoname 1995)
5-Zimanî Dûla 2002 
6-Musîqay Kurdî Le Nêwan Hawar Û Hîwada 2002
7- Projekanî Frekulturî Şanopêdagogî (bi zimanêAlmanî 2002)

Pirtûkên wî yên çap nebûyîn.
1- Hunerî Axavtin( Le Zimanî آlmanîyewe Bo Ser‌ Zimanî Kurdî)
2- Spielpädagogik (Dersiname Bo Mamostayi Baxçeyi Mindallan) (Bi zimanêAlmanî)
3-Kommunikation Training (‌ Mêtodî Pêwendîyekanî Nêwan Mirov- Dersinamh)( Bi zimanêAlmanî)
4-Dersiname Bo Programekanî(Word, Excel, Powerpoint) Û Întirinêt(Bi zimanêAlmanî)







Pirtûkên wî yên dîjîtal (‌ bi rêya înternetê hatîn weşandin)

1-Zîrek Hunermendî Neteweyekî Bin Dest(Bas Û Lêkolîn)
2-Eger Şano Le Kurdistan Mirdibê Çî Zînduwe?(Bas Û Lêkolîn Li ser Şanoya Başurê Kurdistanê)
3- Telewizyon Le Nêwan Damezrandin Û Darrizandinda(Hellsengandina Televizyonên Kurdan)
4-Medersey Duktur Se'dedînî Merwanî(Rêze pêşandanên Televizyonî Û Şanoyî Tenz Û Rexne)
5-Kordistan Serzemînê Renc Ha Û Tecrobe Ha(Komek Gotarên Berhev û Raveyên Siyasî- Bi Zimanê Farsî)
6-Şanoyi Daykî Nîşitman Û Koşkî Awat(Lêkolîn Û Şanoname)
7-Seferêkî Xeyallî Bo Bokan(Nasandina Bokanê ji aliyê çandî Û Hunerî ve di deh salên 70 Û 80 Bi rêwîtî geriyanê- Tewrêz Sala 1984)
8-Gerran Be Şwên Ferhengî Madekanda(Lêkolîn)
9-Hellebce Û Kosar, Mehabad Û Gullebax Le Wllatî Çnar Û Hêmin(Nasandina Rewşa çand Û Huner Û Perwerdeya Başurê Kurdistanê Bi rêwîtî geriyanê – Sala 1994)                                         
10- Rojhellatî Kurdistan Û Pirsî Siyaset(Komek Babetên Siyasî)
11-Le Xuda Û Pêẍember Û Dewllet Detirsm(Komek Babetên Taybet bi çand Û Siyaset)
12-Wêney,‌ Dengî Dill Û Bêdengî Mêşk( Komek Têkst Bo Rahênana Dengê Şanogêrr bi Du Zimanî Kurdî Û Almanî)
12-Kamkarekan, Xaliqî, Qeredaxî Û Musîqay Kurdî(gotûbêjên Li ser Musîqaya Kurdî di navbera salên 1993 Heta 1998, berê bi Zimanê Almanî hatiye belavkirin)
13- Hesen Zîrek Û Zimanî Dûla
Lêkolîn û babetên şanoyî û sînemayî (Bi rêya Kovar û rojnameyên navxweyî û derveyî welat û înternêtê hatîn belavkirin)

1-Rîtwall Û Taziyegêrran (Lêkolîn,‌ Babeta Semînerê di festîvala Şanoyê ya li bajarê Hanofr- Bi Zimanê Almanî)
2-Sîstmî Sema Û Dengî Derwêşan (Bas Û Lêkolîn Li ser deng Bi zimanê Almanî)
3-50- Sall Nmayiş Û Şano Le Bokan(Mêjû)
4-Bîrewerî Li ser Tîpî Şanoy Law(Grohê Tatir Cewan)Î Bokan
5-Dengî Şanogêrr(Teorî Û Teknîka Deng di Karê Şanogêrrî Û Wêjerîyê de)
6-Kurte Basêk Li ser Şanoy Kurdî Le Konewe Û Şano Le Rojhellatî Kurdistan(BeşekeLêkolîyê Li ser Rê û rêbazên Şanoyê di nav Kurdan de, ev destpêka kareke mezintire ku pêwistiya bi çend pirtûkên k udi vir de jî navê wan hatiye kirin heye.)
7-Dirwazey Basêk Bo Şano Û Mêjûy Şanoy Kurd(Kurte Baseke ji Bo Pênasekirina Şanoya Kurdî)
8-Xudmuxtarî Yanî Çî? 1979(Şanoname)
9-Nawendekanî Şano Û Fstîwalî Şano Le Urupa(Nasandina Nawendên Şano yên Awropa)
10-Rojjimêrî Fstîwalekanî Şanoy Bûkeşuşe Le Urupa( Nasandina Festîvalên Bûkeşuşe Li Awropa)
11-Rojî Cîhanî Şano Le Amêd(Rapurt)
12-Leyla Bedirxan Semakerî Kurd
13-Mangî Gullan, Mangî Nawendî Şanoy Koçer(Kurte Nasandinek a Nawenda Şanoya Koçer)
14-Opray Zerdeşt Le Kontrîn Şanoy Cîhan Pêşekeş Dekrê(Raport)
15- "Art Kollon" Benawbangtirîn Pîşangay Urupa(Raport)
16-Fstiywallî Kurte Fîlmî Hunerî Le Allman(Nasandin Û Raport)
17- Sînemagerî Kurd Û Rojnamekanî Allman(Basî Sînema)
18-Zncîre Fîlmî "Cum'e" Le Terazûy Bînerêkda!? (Bas Û Rexne)
19-Tenya Kîsellekanî Qubadî Defrrin! (Bas Û Rexne)
20-Sînemay Qubadî Û Hiwakan
21-Selaḧedîn Eyyubî Û Kîsellekan(Sînema Cîhanî û têmî Kurdî)

2 yorum:

  1. Duniya Ke Aye Musafir | Manzil Teri | Kabar hai | by-Ayesha Fatima
    https://youtu.be/X6uspDQBhgk

    YanıtlaSil
  2. duniya ke ae musafir manzil teri qabar hai
    https://youtu.be/X6uspDQBhgk

    YanıtlaSil