Destpêka Pêşandanan Li Bokanê
Sedemê serekî ji bo destpêkirina karê şanoyê
li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêveberiyên fêrkirin, çand û huner,
rodyo, televîzyon, parêzgarî, fermandarî
û şarederariyê bûye! Di wan bajarên ku tenê rêveberiyên fêrkirin û perwerdehiyê
hebûne de, cureyek pêşandanê pêkhatiye bi navê pêşandanên netewî û welatî. Ku
ev jî di rojên wan ên netewî yên wek rojên; 4ê
Abanê(Mijdarê ), 6ê Behmenê(Sibat), 28ê Esfendê(Adar), 21ê
Azerê(Berfanbar)de pêk dihatin. Bokan jî di nav wan bajaran de bû! Her çiqas,
li Bokanê dibistan bi awayeke nû di demê Riza Şah de hatibe avakirin jî, dibe ku pêşandanên bi vî rengî ji salên
1951an û virve dest pê bibin. Kê di van pêşandan de cih girtiye bi temamî ne
zelal e. Ew ên ku heta sala 1972an navê wan dixwiyê ev in:
Xefur Hacî Xefurî, Husên Miradbegî, Mḧemed
Azerî, Ebubekr Xefurî, Husên Se'îdî, 'Elî Celalî, Husên Dihbendî, 'Usman Fethî,
Cewadî Cewahîrî (Xelkê Mehabadê ye), Macid Hemze (Xelkê Seqizê ye), Xalîd
Rezayî, Mhemed Emîn Şêrxanî, Reşîd Azadîxwah, Husîn Melek Pûr, Mehmud Weysî,
Mihemed Kerîmî, Nadir Qadrî, Ce'fer Merdanbegî, Mensur Feruxî, 'Ezîz
Merdanbegî, Cucî Îranî, Dulber Fethî , 'Ebdula Emînî, Fetah Îsma'îl Pûr, Fetah
Sûrxî, Husên Serkar, 'Usman Îsma'îlî, Mensur Helebî, Ehmed Sambegî, Husên
Mihemedyan, Yûsif Weten Perest, Ce'fer Şekeranî, Fayiq Ademî(Xelkê Seqizê ye),
Mihêdîn Kerîmî û hin kesên din!
Bernameyên van cejnan ji strangotin,
helbestxwendin, pêşandanê komedî û “ netewî û welat(welatparêzî)! Maqûlên bajêr
û desthilatdariyê bi kartên vexwendinê û kartên himetî ‘alî(bi peredan,)
bangewazî dikirin û di rêza pêşî de jî rûdiniştin. Yên din ên wek kesên ji rêzê
û xwendevanan diviyabû bi 5 tomenan biletê bikirin! Rêveberên van bernameyan, ew kesên paye
bilind- mîna mamosteyê dibistanên Amadehiyê Mehmûd Hîşamî(wek Mehmûd Qişqere,
mamosteyê dibistana Amadehiyê ya bajarê Mehabad), Sîrûs Tewfîq(mamosteyê
Kîmyayê û reîsê dibistana amadehî,( xelkê Meraxeyê ye) û Reşîd
Azadîxwah(mamosteyê wêje û cêgirê reîsê dibistana Amadehiyê, berpirsyarek ji
hizba Panîranîst û hizba Rastexîz (Qiyamet) ku ev nivîskarê piraniya pêşandanan
bû. Pêşandanê wek “xwîn û ax( ev di erşîva min de heye)!
Li Bokanê koma şanoyê li
holê nebûye. Her salê hin kes ji aliyê berpirsiyaran ve yan ji aliyê Hizba
Panîranîst û Hizba Rastexîz ve dihatin hilbijartin yan jî ew bi xwe diçûn
alîkarî dixwestin. Ev kes êvaran piştî dersên rojane diçûn û di odeya
dibistanekê de prova dikirin. Naveroka van pêşandanan pêdagotina çand û dîroka
desthilatdariya Şahenşahî bû. Kur di van pêşandanan de bi cil û bergên kurdî, xencer
li ber piştika wan re bi navê “Xeyur” û” merzdarî” bi rêgeza Îranî dihatin
nîşandan ku bi zimanê farsî û hestên Îranîbûn û şahperestîya xwe derbibrin, ji
aliyê temaşevanan ve bi çepikan dihatin pêşwazîkirin!’??
Gelek caran termê vî Merzdarê Xeyûr1 li
hember êrîşê dijmin de -ku her car ev kurd bûn-diket ser dika şanoyê. Di
vir de yên maqûl dest bi çepikan dikirin!! Hin caran karê henekan dikirin. Ji
aliyê hin kesên wek Xalîd Rezayî,
Mihemed Emîn Şêrxanî, Xefur Hacî Xefurî, Husên Miradbegî û kesên din ve
pêşandanin dihatin kirin lê ji naveroka pêşandanên netewî û welatî dûr bûn; ev
jî; ya Maşîn Miştî Mem Delî, jiyana
Fîrdewsiyê Tusî, û xwendina helbestên Areş Kemangîr,, Siyaweş Kesrayî bûn.
Rolgirên
pêşandanên komediyê jî ev kes bûn: Husên Melek Pûr, 'Usman Fethî, Macid Hemze,
Cewad Cewahirî, Mḧemed Kerîmî û kesên din! Mijara wan jî jiyana rojane ya gel
bû, henekên xwe li gel dikirin ku nifşek-cûrek henekeriyê bû, carna jî li ser
belavkirinên nûçeyên televizyonan bû, stranê kurdî, farsî dihatin pêşkêşkirin û
mezinahiya binemala Pehlewî dihat xwendin.
Koma Şanoya Lawan A Bokanê
Di destpêka meha Pûşper 1973an de, di
“dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr de koma Şano ya Lawan bi beşdarbûna van
kesan hat damezrandin: Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, 'Ewlla
Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî! Mihemed Reza Efzel, mamosteyê karmend bû, ji
Tehranê bû, berî jî ev kar kiribû. Wek derhêner û rêveber bi komê re dixebitî.
Provakirin jî li odeyek a dibistana amadehû ya Kuroşê Kebîr bû. Bi vî awayî
koma Şano ya Lawan pêkhat û şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha sermaweza 1974an de ji pêşkêşkirinê re
hat amadekirin
Dekor şkekft bû, ji
kaxezên kevin yên çîmentoyê( Bi rengê reş û qehweyî hat rengrêjkirin) û texte û
dar hatin amadekirin Ev jî bi pêşnûma û zehmetiya kek Efzel pêk hat. Plaket hat
nivîsandin û bi camên dikanan ve hatin daleqandin, her weha dibistan jî bi van
plaketan dixemilandin.
- Koma Şano ya Lawan pêşkêş dike, Şanoya Kûne Eşkewt,
nivîskar Nasir Îranî, derhêner Mihemed Rza Efzel, rolgir(lîstikvan): ‘Ebdula
Emînî(pîremêr), Ce’fer Merdanbegî (Murteza), Nadir Qadirî (Hesen), Birayim
Ferşî(Kazim)
Girîm û dekor(Efzel), cihê pêşkêşkirinê(Pirtûkxaneya
Bajêr/Parka Zarokan, pêşberî dibistana Şapûr), rja pêşkêşkirine: (25 û
26/09/1353) demjimêr 7ê piştî nîvro, têketin belaş e!
Şeva destpêkê tenê sî
temaşevanên şanoya yekemîn li Bokanê bûn. Şeva duyemîn 700 kesan xwe berdan nav
holê(talarê)! Pîr û law û keç û mamoste û xwendevan li tenişta hev rûnişibûn
yan jî şipiya sekinî bûn. Cara yekemîn bû k udi vî bajarî de du keç rêveberê
bernameyê bûn. Sara Rostemzade xêrhatinê
li temaşevanan dike û Şêhîn Mîrî helbestan dixwîne!( destpêkirina vê şanoyê
hevdem bû bi pêşketina keftûleftên Başûr ku binkeyên wan li Îranê jî hebû). Murteza û Kazim û Hesen sê
serbaz(leşker) bûn û ji eniya şerî reviyabûn.
Li cihekê digerin ku xwe lê veşêrin. Ev cihê ku hatinê cihê pîrêmêrekî
ye! Çîroka jiyana vî pîrî perçeyek a hêmana şanoyê ye. Bi vê riyê şer û niştimana xoşewîst tê
vegotin û vekolîn! Şanoyê li Bokanê û herêmê deng vedaye, radyo û televîzyona
Mehabad bi lez û bez xwe gihandin Bokanê. Bi komê re rûniştin û gotûbêj kirin,
ev gotûbêj bi zimanê farsî û kurdî di radyoyê de hatiye belavkirin! Di vir de
ya ku cihê derbirîna mijarê bû, bîr û bûçûnên wan herdu keçên xwendevan bû. Ku
di vê derbirînê de dijî nêzîkbûnên dayîk û bavên xwe yên li ser hunerê axivîn.
Piştre rojnameya “Îtla’at” bi komê re gotûbêjek çêkir.
Piştî vê Şanoyê ji komê
tenê ‘Ewla Emînî û Birayim Ferşî man.
Keç piştî şano û gotûbêja li radyo û rojnameyan ewqasî deng jî veda bû,
izna karê şanoyê ji wan re nebû, ji wan hat sitendin’
Şanoya Azad
Ce'fer
Merdanbegî û Nadir Qadrî, Mihemed Kerîmî û Mehmûd Weysî koma Şanoya Azad
damezrandine, hem karê xwe î welatî
dikirin hem şano: wek mînak:
“Dîkte û Zawiye” nivîsa Nadir Xulam Husên
Se’dî ye, di festîvala Mehebadê de hat pêşkêşkirin.
Dîsa Koma Şano ya Lawan
Koma Şano ya Lawan bi
kesine din re kolan bi kolan û di pêşbirka parêzgarî ya Urmiyê de baştirîn
derece girtiye û çend ji endamê wê ji bo heftiyekê seyranê bikin şandin perava
Deryaya Xezer!
Kilasa(Pol) Şanoyê
Sala piştî wê ji aliyê
rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ve di dibistana Şapûr de odeyek dane vê
şanoyê. Di destpêka pûşpera 54an(1975)
de, Kelasê bi beşdariya 25 kesan karê
xwe domand. ‘Umer Hemîdî rêveberiya
Kelasê dikir! ‘Umer Hemîdî mamostayê “Xwîdge”yan bû hay ji wêje û helbestê
hebû. Ev 25 kesina ji bo şanoyê
nehatibûn. Çend xanimên nû bûyîn mamoste di vê polê de bûn qet têkiliyan bi
şanoyê re tunebû. Çend kesên Seqizî jî xeta wan a siyasî bi ‘Umer Hemîdî re
hebû ku ew vekişandibûn nav vê polê!
Şanonameya Ballte:
Şanonameya Balteyê Gogol
prova li ser hat kirin û di meha Xermanan de ji b odu şevan di hola(talar)
pirtûkxaneya bajêr de hast lîstin û ji aliyê gel ve pêşwaziyek baş lê hat
kirin. Derhêner: ‘Umer Hemîdî, şanoger jî ji: ‘Ewla Emînî ( Eleksî Petrowîç),
Birayim Ferşî(Akakî Akakîwîç), Salah Rostemî(xizmetkar) Birayim ‘Ebdulayî( Kurê
terzî).
Neveroka şanoyê li ser jiyana miaşxwerekî û
terzî bû, vê şanoyê bala gelek kesan
kişandiye ser xwe, rengekî ramyarî(fikrî) daye komê. Piraniya temaşevanên vê şanoyê ne tenê xwendevan,
terzî û miaşxurên dewletê jî bûn. Piraniya terziyan du rêborkên Bokanê girtibûn
û daxwaza damezrandina koma şano ya terziyan dikirin!( wê demê tîma lîstika
topanê ya terziyan hebû).
Li pey hev bi pêşkêşkirina vê şanoyê re
navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê.
Wek mînak; hunermendekî Mehabadî bêyî jê were daxwazkirin ew bi xwe tê
berpisyariya grîm(makyaj-pêşnuma) a Şanoya Balte digre ser xwe!
Kurî Xak(Kurê Axê)
Piştî şanonameya Balte, şanonameya Kurê Axê
hat nivîsandin û provayên wê dest pê bûn! Çîroka vê şanonameyê qewmînek a li
ser gundekî Loristan heyî ye ku mebest kurdistan bi xwe ye. Gund ji ber hişkesaliyê (bêbaraniyê)
dişewite. Melayê gund jî saya rejîma şah
mala wî li bajêr bû û zaroyên wî li wir diçûn dibistanê. Gel hewl û handan dida
ku ber bi bajêr ve biçin û terka gund bikin. Hin ji wan ên wek alîgirên Melê û
ji bo sûdê ji derfetên bajêr ên wek birq(elektirîk) û av û dibistan û
nexweşxane û derfetên karkirinê bigrin, dixwestin gundê xwe vala bihêlin û
herin bajêr. Kesên din serê wan gêj dibe-dîn dibe, di wê heynê de mala Ehmedî
bi çend zaroyan ve biryara li gund mayînê didin! Şano bi bûka baranê ya zarokan
dest pê dike!
Ev şano di sînemayê de te pêşkêşkirin, her car
1500 kes temaşevanên wê hebûn. Vê carê ne tenê karker, mamoste, xwendevan,
gundî, bajarî û maqûl jî hatibûn. Şano bi zimanê farsî bû, lê ruh û rewişt û
behs û qewmîn, cil û berg û cihê qewmînê hemû peywndî bi kurd û kurdistanê re
bû. Cihê provayê di fêrgeha Nûbinyadê ya li taxa Bazara Heywanan bû!
Kurê Axê di meha Xezelwera 1354(1975)an de hat
pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Ev şano li bajarên wek Bokan
û Mehabadê hat pêşkêşkirin û pêşwaziyek baş jî lê hat kirin. Li Bokanê di talara sînemaya Se’dî de 3000
kesan lê temaşe kiriye, Li Mehabadê di Mala Lawan de(Xeneyê Cevanan) di şevekê
de 300 kesan lê nihêrî!
Karê dekor û makyaj û
cilûbergê bi giştî ji aliyê komê ve çêbûye. Dekor gundekî nîşan dide, cil û
berg bi kurdî bû!
Kes:
Desteya yekemîn a zarokan: Reza Şemamî, Reza
Îsafî, ‘Elî Azerguşesp.
Desteya duyemîn a zarokan: ‘Elî û Rehman
Azerguşesp.
Şêt(dîn): Fetah îsmaîl
Pûr, (‘Elî) ‘Umer Hemîdî, (Ehmed) Birayim Ferşî, (Ezîz) Kemal ‘Ebbasî, (Axund)
Ce’fer Rostemî, (Rehîm) Kemal Behram Wend.
Kes: Desteya yekemîn a
zarokan Reza Şemamî, Reza Îsafî, 'Elî Azerguşesp, desteya dûyemîn: 'Elî Û Reḧman
Azerguşesp.
Kurê Axê di festîvala şano ya Mehabadê de di
nav komên wek Koma Şanoya Çand Û Huner A Mehabadê, Koma Radyo Û Televizyon A Mehabadê, Koma
Şanoya Azad A Bokanê, Koma Reqsê Ya Bajarê Merîwanê de dereceya herî bilind
wergirt.
Di demekî kurt de piştî
pêşkêşkirina vê şanonameyê gelek kes li navçeya Bokanê hatin binçavkirin. Ji
wan yek jê ‘Umer Hemîdî ye. Tirs dikeve dilê gelek kesan û herweha nav komê jî.
Hin ji wan ji Kurdistanê jî derketin. Êdî kes xwe nedikir xwediyê komê!
Şanoya Lawan û Şanoya
Mêrmindal
Piştî çend mehan bi ser
têkçûna pola şanoyê, werçerxiye û vê carê jî yên ku daxwaz dikin zêde bibûn. Ji
neçarî du pol hatine vekirin. Yek jê serpereştiya ‘Ewla Emînî, ya din jî bi
serpereştiya Birayim Ferşî. Her weha
koma şano ya nûciwanan ku ji zarokên bin 15 salî pêk dihat, hat damezrandin. Di
vê salê de piranî di nav komên Bokan û Kirmaşan û Mehabadê de pêywendî hatin
xurtkirin. Bi taybet peywendiya şanoya Law bi Nusret Seyafî û Ataş Teqî Pûr bi
hêz bû. Ji ber vê, şanoya “durî Xerîp”(dûriya
Biyanî) ya ku Nusret Seyafî nivîsîbû ji bo pêşkêşkirinê hat hilbijartin.
Piştî amadebûna Resûl Penahî (berpirsê rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ye)
ji bo izin girtinê serî li rêveberiya çand û huner a Mehabadê dide. Ev rêveberî
jî neyekserî izin dide.
Zarok û Seggel
Izna Dûrî Xerîp hat dayîn
lê izna se(kûçik) û zarokan nehat dayîn ku bileyîzin û dest danîn ser. Bi mihaneya ku dibên; zarok di kavilekî de
pişta xwe dabû “avahiya mala dewlemendekî û mijûl dibin! Ev kavil cihê kûçikê
beredayî bû! Zarok li vê derê paşa û wêzîriyê dikin seggel jî taca şahî û
wezîrên wî dixin serê zarok. Di daîra çand û huner a Mihabadê de ev tişt bêrêzî
bû ji binemala Pehlewî re.
Yek ji endamê Şanoya
Nûciwanan di nameyeke xwe de weha dinivîse:
Koma Şano ya Nûciwanan piştî 9 meh provayê,
agahdariya qedexebûna şanonameyê hat kirin, ev jî dihat pêşbînîkirin. Ji ber vê
di dema provayê de gazî temaşevanan dihat kirin ku lê binêrin. Bi vî awayî 300
kesan li şanoyê temaşe kir. Ev şano ji ber dariştin û şêwaza gotinê bandorekî
xurt kir. Şano gelekî bê perde(aşkere)
behsa civaka jêr desthilatiya Pehlewî dikir. Her tişt di çarçoveyek biçûktir de
xweşiktir dixemiland-dirêsand, ev şano maketeke biçûk a civakê bû û nêzîkî
jiyana me ya rojane bû. Hezkerên me-hevalên me- bi vê şanoyê bi cureyek bû ku
piştî qedexekirina şanoyê ji aliyê desthilatiyê ve rondik ketin ser çavên hinek
ji me. Ev şano ji bo me pencereyek bû di bin zilm û zora desthilatiyê de. Ew jî
ji bo me bû ronîkirinek.
Beşdarên
vê şanoyê ev bûn: Mihemed Îftixarî, 'Elî Mehmûdî, 'Elî Azer Guşesp, Rehman Azer
Guşesp, Selam Mecîdpûr, Suleyman Ferşî, Suleyman Feramerzî, Xullamreza
Muqedem(Xellkê bakurê Îran), Selah Rostemî, Nadir Kerêze, Reza Şemamî.
Hevkarên wê: Simayil
Feramerzî, Mucteba Azarşî”
Dûrî Xerîb; Dûrî Xerîb lêqewmînek a gundekî Kirmaşanê dihundirîne.
Ev şano xwe berdide nav kûrahiya çand û êş û elemên herêmên Kurdistanê.
Zaravayê şanoyê farsiya Kirmanşahî bû û bandoreke mezin li ser gel kir.
Festîvala Şanoyên
Bajaran
Beşdarbûna endamên koma şano ya lawan li festîvalên şonayên
bajaran; li Tehranê derfetekî derdixe ku
em bi gelek komên şano yên din re hevnas bibin. Her çiqas izna koma şano ya
lawan nehatibe dayîn wek kom beşdar bibe û şanoyê pêşkêş bike lê tevlî komên
Kirmaşan û Mehabad û Ûrmiyê bi serpereştiya Nusret Seyafî Ataş Teqî Pûr û
Xulamreza ‘ezîzî (ku ew jî Kirmaşanî bû lê berpirsê şanoya çand û huner a
Ûrmiyê bû) beşdar bû. Vê têkiliyê Bokan xist rêza wan bajarên ku şano hê baştir
lê dihatin kirin. Her weha di wê salê de komên din yên bajarên Îranê ji bo
pêşkêşkirina şanoyan hatin Bokanê. Em pêngav bû sedema têkiliyên hê zêdetir di
navbera Bokanê û bajarên din ên Îranê de.
Dewreyek Nû:
Di bihara 1355(1976)an de
gelek ji endamên komê ji wergirtina dîplomayê, ji kar mayîn û yan jî ji ber
çûna leşkeriyê dev ji karê şanoyê berdan.
Nivîskarê van dewran jixwe di dibistana amadehî de dixwendin, damezrandina
karê şanoyê bi berdewamî maye! Ji vê salê ve ne tenê karê şanoyê, dest bi
berhevkirina kelepûra kurdî jî kirin. Kesin ji endamên koma şanoyê hewl dan ku
beyt û heyran û folklora kurdî berhev bikin û li ser çand û zimanê kurdî
nîqaş-vekolîn- kirin!
Se(Kûçikek)yek Li Ser
Bênderê
Şanonameya, Se(Kûçikek)yek
Li Ser Bênderê, ya nivîskarê navûdengê
Îranî, kurdê Kirmaşanê Nusret Ewla Newîdî ji bo pêşkêşkirinê hat
hilbijartin. Çîroka vê şanoyê; qewmîna
li gundekî ye ku mal û dahatên wan ji aliyê Hacî Selem Xor, şêx û mela, parsek,
derwêş û dewletê ve tê talankirin.
Di demê bênderan de ew hemû berê xwe didin
bênderan, jina cotyar jî wek seyekî tê nîşandan ku nahêle danê zivistanê yê
zarokên wê bê revandin! Şayeste Me’rûfî li ser şanoyê karekî bêemsal nîşan dide
ku bala gelê bajêr bikişîne. Sureya Behnam û Hesen Qudretî wek du zarokan;
Mensur Merzengî wek mêrê jinikê, Ebûbeker
'ebdula pûr wek (Murşid-Hosta), Haşim Resûlzade wek (mela), Suleyman
Ferşî wek (dikandarê bajêr), Mihemed Mi'marzade wek(Hacî Selem Xor), Humayûn
Mensûrî wek (memûrê dewletê) rol leyistin. Derhêner Birayim Ferşî bû.
Apê Zincîrrês
Piştî du mehan şanoya Apê
Zincîrrês hat pêşkêşkirin!. Di sala 1977an de, ku piştî sala 75an du şanoyên
wek “balte” û “kurê axê” hatin pêşkêşkirin. Ev duyemîn car bû ku di salekî de du
şano werin pêşkêşkirin. Apê Zincîrrês;
çîroka civakekeke tejî şet û dîn e. Dînxane ji bijîjk, endazyar, nivîskar û
mirovên pêzan tije ye.
Ev kes beşdar bûne: Qadr
Fethî (Rûxoş), Birayim Ferşî(Nûser), Mihemed Faruqî (Kaşif), 'Usman Qadriyan(Bê
Xeber), Humayun Menisurpûr ('Aşiq),Haşim Resûlzade(Profesor),Simayil
Yosifî(Sergerdan), Mihemed Mi'marzade(Zencîrî), 'Ebidula Pûr(Dexell), Mensur
Merzengî (çîrokbêj). Derhêner Birayim: Ferşî.
Ev şano berhema dawî yê
koma şano ya lawan bû ku bi zimanê farsî hatiye pêşkêşkirin.
Di sala 55(1976)an de
pêşandanên netewî û welatî-parêzî êdî bi diwaî hatin. Koma Şano ya Azad jî heman di vê salê de
hilweşiya. Piştî wê salê û bişûnde, herkesê ku karê şanoyê kiribe endamê Koma
Şano ya Lawan bû. Şanoya Apê Zincîrrês jî berhema dawî ya Koma Şano ya Lawan bû
di serdema rejîma Şahenşahî de!
Jiyana Nû:
Jiyana nû ya Koma Şanoyê
di havîna 57(1978)an de dest pê kir. Di wê salê de keftûleftên gelê Îranê dijî
rejîma Pehlewî pêş dikeve. Di polên Koma Şano ya Lawan de nîqaş li ser mijarên
çandî, civakî, hunerî û felesefî dihatin kirin. Her endamekî nû ji bilî
lêhûrbûna li ser hunerê diviyabû ku rê û rêbazên şanoyê fêr bibe. Di van polan
de, dersên cur bi cur yê şanoyê, teorî û pratîka wê dihat dayîn; deng, nefes,
mîmîk, karê laş, ezmûnên bicihanîna rol û gelek tiştên din. Her şanogerek di
beşdarbûna van polan de, di rastiyê de rolek ê şanoyê didît!
Şanoya Lawan Di Nav Gel De
Evarekî dereng, dema ku em ji yek van polan,
di destpêka havîna 1357(1979)an de derketin, dengek hat guhê me. Em li fêrgeha
Lîseyê ya li ser kolana Perwerdehî û Hînbûnê bûn. Em ber bi deng û galegala ku
ji aliyê şaredariyê ve dihat birê ketin. Li ber deriyê şaredariyê nêzî 40-50
kes kom bibûn û dazwaza av û birqê dikirin ku diviyabû bi şaredariyê re biaxivin.
Lê di wê êvarê de kesek li şaredariyê tunebû. Ji şaredariyê ku li pêşberî
şaredar bû, gotin ku hemû berpirsên bajêr li mala endamê parlentoyê Mihemed
Nûrî ne. Bîst kes ji komê li wir hebûn, em bi gel re meşiyan, mala birêz nûner li ber
roniya çirayê wek rojê dixwiya. Polîs li dora mala wî bûn. Gel daxwaziyên xwe derbirî. Lê ne birêz
şaredar ne jî nûner(endamê Parlementoyê) nehatin derve. Ji ber ku mirovên nûner
û polîsan pêşiya gel girtin, deng û xirecirê hê zêdetir gel li wir de kom
kirin. Cendirmeyan jî nû xwe gihandibûn
wir ku hewl didan girseyê berbelav bikin. Lê gel daxwaziya bersivê dikir. Di dawiyê de bi fermana reîsê cendermeyan
teqe(gulereşandin) kirin. Heta derengiya
şevê teqeyên polîs û cendermeyan domand.
Roja piştî wê bi bihaneya ku “endamên şanoyê gel tehrîk kirine” gazî
bavê endamên şanogeran kirin bo şaredariyê. Ew agahdar kirin ku pêşi li zarokên
xwe bigrin da ku li pey fitneyên biyaniyan nekevin.
Çend roj piştî wê şevê bi sedemeke din
xwepêşandanek mezin li bajêr hat lidarxistin.
Encûmena Zanistî û
Wêjeyî
Payîza 57(1978)an Koma
Şano ya Lawan bi mamoste û xwendevanan re Encûmena Zanistî û Wêjeyî hat
damezrandin. Roja pêncşeman bi taybetî xwendekar, roja îniyê jî herkes beşdar
dibû. Bi piranî mijarên ku pêşkêş
dikirin; helbest, çîrok, nivîsar, şano, stran û mijarên din ên siyasî û civakî
yên ku dijî rejîma Pehlewû bûn. Vê
encûmenê heta hilweşandina rejîma Şah domand.
Piştre ji ber hev belav bû.
Şanonameya Bêdeng
Di reşemeha( berfanbar)
sala 57(1798)an de Şanoya Lawan, şanonameyek a bêdengî ji nivîsa û derhênana
Ebdula Emînî pêşkêş kir. Di vê şanoyê de
fikr û ramanê xwe yê siyasî dida xwiyandin:
“Apê Sam li jorê ye, dewleta bazirgan li jêrê ye, siha Xomeynî li pişt
Apê Sam e”. Bi vî awayî xetekî siyasî ya beloq dikeve nav komê. Encam;
kom li ser karê xwe berdewam dike,
di nav komê de rengên cuda jî hebûn!
Mangirtin(Rojiya Birçîbûnê): Yekêmîn
şanoya bi zimanê kurdî.
Sala 58(1979)an yekemîn
şanoya bi zimanê kurdî ya bi nivîsa Ebdurehman Zengene( bi gotina Kek Enwer
Reşîd li Almanya, nivîskarê şanoya Mangirtin, nivîskarek Ereb e bi navê Ce’fer
Elî’ye, werger jî Fazil Caf û Rehman Zengene bûn) ji bo pêşkêşkirinê hat
amadekirin!. Rojiya birçîbûnê; çîroka karkerên petrolê yên li Kerkûkê vedibêje.
Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehr(Xanê) ê hat
pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina Rojiya Birçîbûnê li Bajarê Sineyê hevdem bû bi hatina
artêşa Îranê di roja 27/05/1358(1979)an de. Ku ev roj jî roja dawî ya cîhada
Xomeynî ku li dijî gelê kurd ragihandibû. Bi vî awayî pêşî li karê şanoyê hat
girtin.
Derhênerê şanoyê Birayim
Ferşî bû. Lîstikvan (rolgir) jî; Mihemed Mi'marzade, Mensur Merzengî, 'Elî
Mehmûdî, Qadr Serşîn, Ce'fer Mewlûdpûr, Rehîm Behramzade, Simayil Yosfî, Salh
Salihî, Ebu 'Ebdulapûr, Es'ed Husênî, Mihemed Farûqî, Xalîd Heyderî, Ce'fer
Babamîrî, Suleyman Ferşî û kêsine din ên ku ji bajarên din ên kurdistanê hatîn.
Şanoya Rojiya Birçîbûnê,
piştî Dayîka Niştiman a 1323(1944)an, di
dîroka Rojhilatê Kurdistanê de duyemîn şano bû ku bi kurdî hatî pêşkêşkirin.
Her weha yekemîn şanoye ku bi tevlîbûna gelek kesên din ên ji bajarên
kurdistanê hatîn û derketîn ser dika şanoya.
Pêşwaziya ji vê şanoyê re wêneyeke giştî yê daxwaza gel ji bo çand û
zimanê kurdî derdixist pêşberî wan.
Li bajarê Seqizê dema ku
me ji bo kêm û kurtiyên şanoyê lêborîna xwest, mirovek temendar rabû ser piya û
bi kelogirî got: “na, kurên min, nabe ku
lêborînê bixwazin, em ji dil spasiya we dikin,
we hestên xwe di dilê me de zindî kirin ku bi salane hatiye li
paşxistin, ez ji sîsalî zêdetire mamostayê fêrgehan im, ji xwe şerm dikim ku nikarim bi kurdî
binivîsim û bixwînim! Ev hest li hemû bajaran dihat dîtin. Di wan bajaran de
deh hezar zêdetir temaşevanên xwe hebûn.
Xweserî Ango Çi?
Berhema dawîn:
Berhema dawî ya Şanoya
Lawan şanonameyek bi navê “Xweserî Ango Çi?” bû. Nivîskar û Derhêner Birayim Ferşî bû. Di
zivistana 1980an de li bajarê Sine, Seqz, Bokan, Mehabad û Pîranşarê hat
pêşkêşkirin. “Xweserî Ango Çi?” li ser rê û rêbazên beytê kurdî hatibû
nivîsandin. Form û dariştin, şêwaza
axaftin û pêşkêşkirinê li gor taybetmendiyên beytê hatibû amadekirin. Nêçîrvan
bi temaşevanan re dikeve nav gotûbêjan. Ev şanoname; kurdek nîşan dide ku ew
xweseriya rengorengo ya hemû grûpên siyasî sergêjiyê çê dike! Ev şano bi germî
ji gel hatiye wergirtin û dikin “Xweserî ango çi?” Wek yekemîn deqa şanoya
kurdî li rojhilatê Kurdistanê bi şêwaza nû û li ser bingeha dramaya kurd a
qedîm lê bê nihêrîn. Hemû beşên şanoyê yên wek mûsîqe û cilûberg bi kurdî
bûn. Şêwaza lîstin û keftûlefta
şanogeran jî li gorî li ber çav girtina taybetmendiyên jiyana kurdewarî
bû. “Xweserî ango çi?” destpêka
ezmûnkirina nû ya şanoya kurdî bû di rojhilatê welêt de hatiye gur kirin.
Şer û Şano
Li pey hev pêşkêşkirina vê şanoyê li kurdistanê, hêzên komara îslamî yên şer, ji bo pêkanîna fermana cîhada Xomeynî berê
xwe dane kurdistanê, ji bilî wêrankirina welêt,
çand, huner û pênaseyên kurdan di bin navê XWedê û Islamê de bin pê
kirin. Du alî û çend alî ve kete nav
hêzên kurd û Îraniyên serhildêr! Cudahiya siyasî, îdeolojî û rêxistinî zêdetir
keysê rejîmê xweş dikir. Bi vî alî û bi wî alî kete nav hêzên pêşmerge. Hêzên
rejîmê cihê lingê xwe li kurdistanê çê kirin û gund û bajar ketin bin simê
wan. Hêzên serhildêr jî ketin nav
paşvekişînê û heta wî aliyê sinoran çûn. Şanoya Lawan ji ber destêwerdana
hizban, bi taybet destêwerdana berpirsiyariya baskê wê yê Kurdistanî-rêxistina
gêrîlayê Fidayî(Ekseriyet) li pey hev hilweşiya.
Gotinek Ji Bo Dîrokê
Şanoya Lawan bê guman yek
ji paqijtirîn pêngavên karê şano, çand û rewşenbîriyê ye ku di navbera salên
1973 û heta 1980an de di rojhilatê welêt de pêk hatî. Pêngaveke ku di nav rejîmekî reş de serî
hildaye û di nav rejimekî hê reştir de serî jî netewandiye. Her çiqas temenê
Şanoya Lawan tenê heft sal be jî, lê kar û çalakî û hunerî û têkariyên wan 55
kesan di karê şano, çand, siyasî û civakî de ji bejna wan bilidtir bû. Di dema ku hemû taybetmendiyên kurdî qedexe
bû de Şanoya Lawan digel karê şanoyê,
karekterê kurd û zimanê kurdî li ber çav digirt û wisa berhemên şanoyê
pêşkêş dikir. Di dema ku çanda kurdî ji aliyê rewşenbîrên kurd bi xwe ve bi
çaveke nizim lê dihat nêrîn de dest bi berhevkirina beyt û bêjên folklor û
pêşandanên kurdî kirin. Endamên Şanoya Lawan ji salên 1973an û virve rabûn û
rûniştinên wan bi kesên wek Qale Merre û Hemecan û 'Elî Kerdar û dehan kesên
din ên wek wan bûn. Dema ku keft û leftên siyasî germ bûn, endamên komê,
hevalên herî nêzîk ên bizavên kurdî bûn. Yekemîn lawê Bokanî yê ku guleyên
rejîma şah li sînga wî ketî endamê şanoya Lawan Kemal Hemîdî bû. Her weha
endamên Koma Şanoya Lawan tama zindanên Şah jî hilimijandin. Yekemîn guleyên
rejîma komara îslamî ku sînga wan dirandîn jî çendîn endamên komê yên wek
Mutelîb Çabûk û Es'ed Husênî bûn! Dema ku guriya çand û zimanê kurdî bilind bû
jî, endamên Şanoya Lawan di “encûmena îlmî û edebî” û komeleyên xwendevan û
mamosteyan de dengê wan bilidtir bû. Piştre dîsa wan dengê şanoyê bi zimanê
kurdî li rojhilatê Kurdistanê berz kirin. Ew jî di demek wisa de bû ku endamên
Koma Şanoya Lawan her yek alîgirê aliyekî siyasî bû. Lê karê şanoyê, karê çandê
ji bo hemûyan karê hevbeş bû. Bêguman
divê hemû beşên jiyana şanoyê werin vekolîn lê ev mijareke din e.
Hizb û Şano
Piştî hilweşandina koma
Şanoya Lawan, hêzên siyasî komên xwe yên şanoyê damezrandin. Ev kar bi pirranî
di navbra salên 1353(1980) û 1361(1982)an de li Bokanê hatin pêşkêşkirin.
Têkiliya van karan bi rewşa siyasî ya demê û helwestên hêzên siyasî yên li nav
bajêr û herêmê ve hebû. Naverok û formên pêşandanan û rolgirên şanoyê û
derhêneran û hemû aliyên teknîkî yên van karan bi giştî girêdayî hest û bîr û
zanista hunerî ya koman û keftûlefta wan bûye! Bi hebûna belgename û nivîsê
karên wan salan, mirov dikare agahiyên zêdetir jî vebêje!
Şano Di Bin
Desthilatiya Çek Û Dîn De.
Piştî desthilatiya hêzên
leşkerî ya Îranê di sala 1361(1982)an li bajêr de, dika şano û pêşandanê jî
vala dimîne! Piştî wê jî desthilatiya navendî bi rêyên cûr bi cûr zordarîya
desthilatiya xwe qayîmtir dike. Dayîreyên xwe yên korecivakî li ser kurdan, di bin
serpereştî û çavdêrî û kontrolirkirina xwe de dadimezrînin. Yek ji wan saziyan
jî, “saziya danezana îslamî” bû. Bi vê
jî salrojên xwe wek; dehê fecir, şerê Îran û Êraq, cejnên din yên desthilaya
xwe û bernameyên wisa pêşpêşkirine. Ku bingeha van hemû tiştan propagandeya
desthilatdaran, reşkirin û dijayetiyatîkirina her tiştên ku derveyî ol-mezheba
şîa û desthilatiya rûhanî bû ku bi vê jî çanda serdest di ser Îranê de qayîm
bikin. Bi gotineke din; vê carê jî ji derveyî çanda netewî û welatî di çarçoveya
desthilatdariya olî de hewl dida û şano û çand paşde xistin. Bi vê riyê gel û
civak jî paş xistin û ev siyaset jî bi hêz û karîna kurdan birêve dibirin. Beşek ji van bernameyan bi destê wan kesên ku
demekê rêveberên bernameyên pêşandanên şahenşahî dikirin birêve diçû. Ev jî
çiqas dûr an nêzîkî hunera şanoyê û karê çand û hunera neteweyî ya kurd e ji
belgenameyan tê famkirin. Di vê heyamê de wan kesan xewna şanoyê dibirin ser
mase û kesên din jî bi xewnên nû dên meydana şanoyê. Ew xewnên ku dane pêş çiqasî
rasteqînî anîne pêşber ji aliyê xwediyên xewnan ve dikare bê dîtin. Ev jî, kengê xwediyê xewnan dê li deriyê
rastiyê bidin ew dizanin.
Kele Spî
Di zivistana 1367(1988)an
de şanonameya Kele Spî ya nivîsa Îbrahîm Mekî û derhênana Xalid Heyderî di bin
navê “Koma Şano ya danezana Îslamî” ji aliyê “Beşa Lawan A Navenda Çanda Û
Huner A Bajarê Bokanê” vê di salona Sînemaya Wehdet de hatiye pêşkêşkirin. Di
nivîsarekî de spasî ji bo “Şiketa Kooperatîfa Gundewar ê Bokanê”, Yekeya Besîcê
ya Bokanê(hêza paramîlîter a îranê) û
Perwerdehiya Hêzên Ewlekarî û Rêveberî û Xebatkarên Sînemaya Wehdet Bokanê re û
kesên alîkarî daye wan re tê kirin! Li gor gotina Xalid Heyderî ew şanoya
yekemîn e ku piştî şoreşê hatiye nîşandan! Rolgirên vê şanoyê ji Kuruş Şemamî,
Luqman Sultanî, Es'ed Asyaban, Mezher Esrarî pêk hatiye! Çîroka vê şanoyê li
ser “di şer û îmana şerkerên ku nakevin de” ye! Di wê namilkeyê de; qala; di
şerê Îran û Êraq û Amerîka û şeytanê mezin de rizgariya gelan hatiye kirin! Di
heman namilkê de navê şanonameyek din derbaz dibe bi navê “bêje li kû ye”. Di nivîsa Mihemed Reza Cibaran de tu agahî li
ser vê şanoyê nehatine dayîn. Ne diyare ku gelo ev herdu şano heman şano ye yan
du ne? Cara duyemîn ev şanoname di
Sêyemîn Festîvala Azerbaycana Rojava ya sala 1371(1992)an de hatiyê
pêşkêşkirin. Vê carê jî derhêner Mezher Esrarî ye, Suleyman 'ebdulrehîm jî
alîkar e. Rolgir jî: Mezher Esrarî,
Es'ed Asiyaban e.
Komediya Şahenşahî Bi Şêwaza Îslamî
-Çayxaneya
Azadî ya Mam Qenber! Nivîskar…?
Derhêner…? Bi minasebata 10ê Fecr* bernameyek ji aliyê
“Navenda Tendurîstî û Derman a Bokanê” ve di salona Sînemaya Wehdet de saet 6ê
piştî nîvro ya sala 15/11/1368(1989)an de hatiye pêşkêşkirin. Di nivîsarekî de
karîkatorê M-Qureyşî yê ku razaye û wêneyê Mihemed Kerîmî û kesên din tê de
hatiye nîşandan; “ Bi beşdarbûna hunermendên payebilind ê sirûda îslamî(Ehmedî
Îslamî, Mihemed Daniş) Şanoya Komedî û rexnegirane bi beşdariya hunermendên
Mehabad û Bokan”!
-Pêşandana “ Nivîsa Se'îd Şapurî, Derhêner
Xalid Heyderî. Rolgir: Mezher
Esrarî, Reza Şemamî, Muhsîn Şuca'î! Dem: 9/7/1369(1990) sa'et 4ê piştî nîvro.
Cih: Salona Heyva Sor a Bajarê Ûrmiyê. Ev şanoname di Festîvala Yekemîn a
Azerbaycana Rojava de li Ûrmiyê tê pêşkêşkirin.
- Resm Ber în Est(kevneşop wisa ye): Nivîskar: Seyid Mehdî Şuca’î, Derhêner: Muhsîn Şuca’î.
Rolgir: Muhsîn Şuca’î, Mensûr Qadirzade, Sima’îl Ehmedyan, Qerenî Qaremanî,
Mezher Esrarî, Nadir Qaremanî, Se'd Qaremanî, Suleyman 'ebdulrehîm Zade. Dem û
Roj û cih: 30/5- 8/7/1370(1991)an Salona Heyva Sor a Bajarê Ûrmiyê. Ev şanoname
di Duyemîn Festîvala Şano ya Azarbaycana Rojava de ji aliyê Saziya Danezana
Îslamî ya Bokanê ve hatiyê pêşkêşkirin.
-Gum(Wenda): Nivîskar: Îbrahîm Mekî. Derhêner: Xalid Heyderî.
Rolgir: Mezher Esrarî, Bextiyar Şemamî. Dem û Cih Roj: 30/5 -11/7/1370(1991) li
Mala Çandê ya Ûrmiyê. Ev şanoname di Duyemîn Festîvala Şano ya Azarbaycana
Rojava de ji aliyê Saziya Danezana Îslamî ya Bokanê ve hatiyê pêşkêşkirin.
-Behar Der
Beharan( Bihar Li Biharan: Pêşandan,
sirûd û mûsîqe di perdeyên komediyê de! Ev bernameyek bû ji aliyê Saziya
Danezana Îslamî ya Bokanê ve di meha Axlêve(Adar)ya sala 1371(1992)an de li
Salona Şehîdan hatiye pêşkêşkirin. Pêkhênerê bernameyê Xalid Heyderî ye. Di vê
bernameya hemerengî de şanonameyên “Pîknîk di meydana şer de” ya Firnando
Arabal, bi derhênana Xalid Heyderî şanoyek din a bi navê “demeteqey xawen mall
û kirêgrte” û “ Derhênerê ji Ferengê Hatî” li bajarê Miyanduwê, û “wîdeyo û
pêwendî” û “Bungay Mu’amilatî” û “Fete û ‘eze” li bajarê Bokanê hat pêşkêşkirin.
Navê rolgiran bi hevre hatiye dayîn ku ew jî ev in: Mezher Esrarî, Smayil
Ehmediyan, Es'ed Asiyaban, Mihemed Salih Bikrek, Birayim Fetahyan, Cemall
Fithî, Ce'fer Qadirî, Suhrab Qaremanî, Mecîd Palewanyan, Tuba 'ebdî, Es'ed
Qaremanî, Hesen 'Elîzade, Mewlud Mecîdî, Efşîn Nasirî, Areş Nasirî, Luqman
Nencarî, Reza Palewanyan, Îrec, Reza 'Ebidulrehîm Zade. Derhêner: Xalid Heyderî
û Alîkar Mezher Esrarî. Stranbêj Kemal Mihemedî! Di namilkeya vê bernameyê de
nivîsek li ser komediyê heye. ‘ezîz Merdanbegî bername pêşkêş kiriye. ‘Ezîz
Merdanbegî wek dengxweş û şanoger bi salan li ser dika şanoya Bokanê bû. Ji ber
qeyrana dil jiyana xwe jidest da.
-Baz
Baran(Dîsa Baran). Nivîs: Mihemed
Çirmşîr, derhêner: Xalid Heyderî.
Rolgir: Mezher Esrarî û Reza Şemamî bûn. Ev şanoname di festîvala sala
1372(1993)an ya Ûrmiyê hatiye pêşkêşkirin. Derhênerê şanoyê di namilkeya
şanonameyê de dibêje: “ Em li vir kom bûne daku festîvala şanoyê birêve bibin.
Ku hevdeng e bi cejnên şoreşê re, şoreşa ku kariye bibe sedema pêşandana wê çand
û kelepora ku winda bibûn. Di vî welatê berfireh de gelek gotinên ku nehatine
gotin hene ku di fikr û sîngan de mane. Bi şanazî em dikarin bêjin heke wek
şano werin amade kirin, em dikarin deynin pêşberî şanonameyên cîhanê”
Li ser pêşkêşkirina vê
şanonameyê di rexnegirtinê de wisa hatiye nivîsandin: “Dekor di cihê xwe de bû,
ronahî baş bû, efekt di cihe xwe de bû, ji aliyê derhênanê ve dibe ku di salên
dahatû de em karê baştir ji vê komê bibînin.” Bîr û nêrînên temaşevanan di vê
nivîsînê de wisa danîne: “ tekst(şanoname) û pêşkêşkirin hev nagrin. Karmendê
yekemîn ji aliyê hestan ve lawaz bû. Tekst û liv û mîzansan gelek bezîn tê de
hebûn. Serê min gêj bû ji şêwaza vê ronahiyê, ewqas vemirandin û vexistin ji bo
çi bû??
Ev kom bi ser Çand û
Irşada Îslamî û Pirtûkxaneya Selahedînê Eyûbî ya Bokanê bû. Spasiya van aliyên li jêrê kiriye: Îrşada
Îslamî Ya Azerbaycana Rojava, Fermandariya Bokan, Zanistgeha Peyam Nur a
Bokanê, Encumena Pêşandanê ya Bajarê Miyanduaw.
-Pencerêhayê
Ber Badha(Pencereyên Li Ber Bayê):
Nivîs: Doktor Ferhad Zadekirmanî, Derhênan: Es’ed Asyabyan. Rolgir: Es’ed
Asyabyan, Mîna Feyzî. Ev şanoname ji aliyê koma encûmenên pêşandanê ve, bi
alîkariya “Komeleya Çand û Henerê” di yekemîn festîvala şano ya Bokanê de, di
roja 3/11/1373(1994)an de hetiyê pêşkêşkirin.
Dam(Xefk): Nivîskar:
Alfred Ferec, Derhêner: Suhrab Qaremanî, Alîkar: Reza Ebdulrehîm Zade. Rolgir: Suhrab Qaremanî, Qurban Exewan,
Xusrew Qan'î, Mihemed Rehîmî, 'Ebdulrehman Çawşînî, Kamran Qelekuhî. Ev
şanoname ji aliyê koma Şano ya Azad ve bi alîkariya “komeleya Çand û Hunerê” di
yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê, roja 4/11/1373(1994)an de hatiye
pêşkêşkirin.
-Mesîh Herqêz
Nexahed Mord(Mesîh Qet Dê Nemire)”: Nivîskar:
Mihemed Çirmşîr. Derhêner: Reza Şemamî. Rolgir: Reza Şemamî û Kuruş Şemamî. Di yekemîn festîvala Şano ya bajarê
Bokanê, roja 4/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin.
Der Hizûrê
Bad(Li Cem Bayê): Nivîs:
Behram Beyzayî, Derhêner: Ebdulrehman ‘Ezîzî, Rolgir: Ebdulrehman Ezîzî,
Simayil Ehmedyan, Simayil Behramî. Şanoname karê Encûmena Pêşandanê bû, bi
hevkariya “Komeleya Çand û Hunerê” Di yekemîn festîvala Şano ya bajarê Bokanê,
roja 5/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin
-Mehremane(Veşarî): Nivîs: Nesrila Qadirî. Derhêner Simayil Ehmedyan.
Rolgir: Mezher Esrarî, Nadir Qaremanî. Ev şano ji aliyê koma “Sûsa” bi
hevkariya Encûmena Pêşandanê û Komeleya Çand û Hunerê ve di yekemîn festîvala
Şano ya bajarê Bokanê de, di roja 5/11/1373(1994)an de hatiye pêşkêşkirin. Ji
bo festîvalê spasî ji Rêveberiya Giştî Ya Çand Û İrşada Îslamî, Fermandariya
Bokan, Saziya Danezana Îslamî Ya Bokanê re hatiye kirin. Bernameya vê fastîvalê
bi “axaftin”, pêşkêşkirina mûsîqe, beyannameya hakeman(ferwerdeyan), dayîna
xelatan û mêhvandariyê qediyaye. Roja 3yê rêbendanê dest pê bûye û 6ê rêbendanê
qediyaye. Di çarçoveya festîvalê de sê namilkeyên bi navê “weşanên taybet ê
festîvalê” derketin. Kesên berspirsiyar ev bûn: Gerînendeyê karûbarê
Turec(…)Se’îdî Keya, Edîtor: Xalid Heyderî, Edîtorê nivîsê: Reza Şemamî,
rûpelsaz: Simayil Ehmedyan, çap û belavkirin: Ewla Çûpanî, wênegir û repartûar:
Mezher Esrarî. Spasiya Nasirî û Qasim Mehdî Zade hatiye kirin. Ev namilke bi
berg ve 12 rûpel bûye û hatiye kopyakirin. Gotûbêj û mijara huner û şano û
qewmînên li ser festîvalê dihundirand.
Zimanê namilkê wek zimanê hemû Şanoyan bi farsî bû.
-Şeb Ve
Gorbêyê zîrê taqî(Şev û Pisîka Li Bin Taqê): Nivîs: Mihemed Çirmşîr, Derhêner: Xalid Heyderî.
Rolgir: Hadî Se’dî û Simayil Ehmedyan. Ev şanoname beşdarî Heftemîn Festîvala
Azarbaycana Rojava bûye. Di 2/8/1374(1995)an de li Mala Çandê hatiye pêşkêşkirin.
Broşûra şanonameyê karê Mihemed Rostemzade ye, wêneyê darekî bi tenê li ser e û
du pel jê weşiyane ser erdê, di palê de ev risteya Se’dî dixwiyê:
“benî adem e'zayê yekdîgerend ke der aferîneş zi yek
guherend ”* (Ademîzade endamên hev in ku di afirandinê de ji yek cewher in):
Xalid Heyderî di çarçoveya vê festîvalê vedibêje: “Di sala 1354(1675)an de, di
şanonameya “ “Bam ve zîrê bamha-ban û binê banan” de doktor Sa’dî rol girtiye û
bi wê şêwazê ketiye nav cîhana şanoyê. Wek şanoger û derhêner di şano û
televîzyonan de kar kiriye”! Di derbarê pirsgirêk û astengiyên şanoyê li Bokanê
de, dibêje: “dibe ku pirsgirêk û astengiyên sereke ji aliyê gel ve nebûna
zanyariyên hunerê ” bê. Ew gazindê xwe ji bîr û fikrên gelk dike ku dixwaza
karênn pêş çav weke pêşandinê komêdîyê ne û ev jî wê derfetê nade pêdiviyên
kevneşopî ji aliyên gelve werin girtin”. Dîsan dibêje: di dereceya yekemîn divê em bîr li fikra
civakê bin. Nîşandana pêşasndanên kevneşopî û folklorî ku pêdiviya gel pê heye,
dikare roleke baş bileyize. Piştre jî
hînkirin û lêanîna li ser dike….”
Erşîva Şîroveyan
-Çîroka
Bodroma Bereskû; nivîs:
Reza Şemamî, Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Mihemed 'elî 'Ebdulapûr, Reza
Şemamî, Siruh Şêxî, Hadî Es'edî, 'Elî Rezayî, Meryem 'ebdulrehîmzade, Kuroş
Şemamî, Nazdar Me'rûfî, Mes'ud Sena'etî, Cemşîd Qelekuhî, Emîr Muqtedirî, Cemal
Xodakerîmî, Simayil Nûmuselman, Kawe Mihemedzade, Siyawiş Exewan. Ev şanoname
di meha gelarêzan(Cotmeh)a 1376(1997)an di Nehemîn Festîvala Şanoyê de li
Ûrmiyê hatiye pêşkêşkirin. Li ser berga biruşûra wê wêneyê kareseta Helebceyê
berbiçave. Dibe ku peywendiya şanonameyê bi vê qewmînê re hebe.
-Qesrî
Xorşîd(Qesra Rojê; Nivîs: Reza
Şemamî. Derhêner: Xalid Heyderî. Rolgir: Îran Ehmed Pûr, Es'ed Asyaban, Zêneb
Sadiqyan, Reza Şemamî, Kuruş Şemamî, Husên Sadiqyan, Mensur Husên Zade, Suhrab
Qaremanî, Muhsîn Şerefî, Hesen Salihî, Qurban Exewan, Yosif Heyderî, Mes'ûd
Sena'etî, Helale Rehmanî, Şilêr Esma'îlî, Mihemed 'ebdulapûr, Fereydun
Ferehnak, Husên Xizirî, Susen Şerefî. Ev şanoname di rêbendana 1375(1966)an de
hatiye pêşkêşkirin. Di dawiyê de, spasî Ji Navenda Hunerên Pêşandanîyê Ya
Îranê, Rêveberiya Giştî Ya Huner Û İrşada Îslamî, Saziya Danezana Îslamî,
şaredarî, perwerdehî û fêrgehî, tendurustî, Zanîngeha Peyamnûr, bûroya
nûnertiya parlementoyê, nûçegihanên rojnameya îran, radyo û tv yên
Ûrmiyê û Mehabadê, ….
kiriye.
Tabloyel Li ser Berhemên hatîn pêşandan
Berhemên
Şanoyê yên ku hatîn Lîstin
|
|||||
Şanoname
|
Nivîskar
|
Derhêner
|
Sal
|
Cih
|
Ziman
|
Kune Şkeft
|
Nasir Îranî
|
Mihemed Riza Eqzel
|
1974
|
Bokan
|
Farsî
|
Balte(bivir)
|
Nîkolay Gogol
|
Umer Hemîdî
|
1975
|
Bokan
|
Farsî
|
Kurê Axê
|
‘E. Hemîdî
|
‘E. Hemîdî
|
1975
|
Bokan
|
Farsî
|
Dûriya Biyanî
|
Nusret Seyafî
|
Emînî?
|
1976
|
Bokan
|
Farsî
|
Seyê Li Ber Bênderê
|
Nusret Newîdî
|
Ferşî
|
1977
|
Bokan
|
Farsî
|
Apê Zincîrrês
|
Beşer Dost
|
Ferşî
|
1977
|
Bokan
|
Farsî
|
Rojiya Birçîbûnê
|
‘E. Zengene
|
Ferşî
|
1979
|
Bokan, Mehabad, Pîranşehr,
Seqiz, Sine
|
Kurdî
|
Xweserî Ango Çi
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1980
|
Bokan, Mehabad,
Pîranşehr, Seqiz, Sine
|
Kurdî
|
oktober
|
Soltanî/Ferşî
|
Ferşî
|
1982
|
Çiya
|
Kurdî
|
Koşka Miradan
|
Ferşî/Hêmin
|
Ferşî
|
1983
|
Çiya
|
Kurdî
|
Çend Şanoyên Wêneyî
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1982
|
Çiya
|
Kurdî
|
Zindan
|
Manî
|
Ferşî
|
1986
|
Frankfurt
|
Farsî
|
|
Nasir
|
Nasir
|
1987
|
Axin
|
Farsî
|
Fanteziya Zarokan
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1988
|
Koln
|
Almanî
|
Sinor
|
Gizîla Marks
|
Gizîla Marks
|
1988
|
Koln
|
Almanî
|
Nanê Jehrkirî
|
Wasîlî Xançîf
|
Ferşî
|
1990
|
Koln
|
Kurdî
|
Gula xwînavî
|
Ferşî
|
Ferşî
|
91-94
|
Koln
|
Kurdî
|
Rev
|
Ferşî
|
Ferşî
|
91-94
|
Koln
|
Kurdî
|
Şanoya Ser Kolanê
|
Cêsîka û Martîn
|
Ferşî
|
92-92
|
Koln
|
Almanî
|
Î win(…)
|
Mirzok
|
----
|
1991
|
Koln
|
Almanî
|
Bi tenê û her cûre
bi hevre
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1992
|
Koln/Kasl
|
Almanî
|
Şer Di Mala Hejar
de
|
Ferşî
|
Ferşî/Marîn
|
1992
|
Koln
|
Almanî
|
Zindanî
|
Ferşî
|
Suleyman Ferşî
|
1994
|
Koln
|
Pantomîm
|
Senfoniya Helebceyê
|
Refîq Sabiir
|
B./Gewhr
Ferşî
|
1994
|
Koln
|
Kurdî
|
Erd
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1996
|
Koln
|
Kurdî
|
Mandana
|
Ferşî
|
Ferşî
|
1997
|
Koln
|
Kurdî
|
Zindan
|
Du Zindanî
|
B./Gewhr
Ferşî
|
1988
|
Koln
|
Almanî
|
Kurteyek li
ser jiyana Birayim Ferşî(Baram) û
Berhemên Wî
Li bajarê Bokanê ji dayîk
bûyê, şanoger û nivîskarê derbarê çandê ye û li Almanyayê dijî.
Pirtûkên wî yên
çap bûyîn.
1-Şano 2002
2-Nalleyek Le Hawarda
2002
3-Mandana(Şanoname 1996)
4-Zewî (Şanoname 1995)
5-Zimanî Dûla 2002
6-Musîqay Kurdî Le Nêwan
Hawar Û Hîwada 2002
7- Projekanî Frekulturî
Şanopêdagogî (bi zimanêAlmanî 2002)
Pirtûkên wî yên çap nebûyîn.
1- Hunerî Axavtin( Le
Zimanî آlmanîyewe Bo Ser Zimanî Kurdî)
2- Spielpädagogik
(Dersiname Bo Mamostayi Baxçeyi Mindallan) (Bi zimanêAlmanî)
3-Kommunikation Training (
Mêtodî Pêwendîyekanî Nêwan Mirov- Dersinamh)( Bi zimanêAlmanî)
4-Dersiname Bo
Programekanî(Word, Excel, Powerpoint) Û Întirinêt(Bi zimanêAlmanî)
Pirtûkên wî yên dîjîtal ( bi rêya înternetê hatîn
weşandin)
1-Zîrek Hunermendî
Neteweyekî Bin Dest(Bas Û Lêkolîn)
2-Eger Şano Le Kurdistan
Mirdibê Çî Zînduwe?(Bas Û Lêkolîn Li ser Şanoya Başurê Kurdistanê)
3- Telewizyon Le Nêwan
Damezrandin Û Darrizandinda(Hellsengandina Televizyonên Kurdan)
4-Medersey Duktur
Se'dedînî Merwanî(Rêze pêşandanên Televizyonî Û Şanoyî Tenz Û Rexne)
5-Kordistan Serzemînê Renc
Ha Û Tecrobe Ha(Komek Gotarên Berhev û Raveyên Siyasî- Bi Zimanê Farsî)
6-Şanoyi Daykî Nîşitman Û
Koşkî Awat(Lêkolîn Û Şanoname)
7-Seferêkî Xeyallî Bo
Bokan(Nasandina Bokanê ji aliyê çandî Û Hunerî ve di deh salên 70 Û 80 Bi
rêwîtî geriyanê- Tewrêz Sala 1984)
8-Gerran Be Şwên Ferhengî
Madekanda(Lêkolîn)
9-Hellebce Û Kosar,
Mehabad Û Gullebax Le Wllatî Çnar Û Hêmin(Nasandina Rewşa çand Û Huner Û
Perwerdeya Başurê Kurdistanê Bi rêwîtî geriyanê – Sala 1994)
10- Rojhellatî Kurdistan Û
Pirsî Siyaset(Komek Babetên Siyasî)
11-Le Xuda Û Pêẍember Û
Dewllet Detirsm(Komek Babetên Taybet bi çand Û Siyaset)
12-Wêney, Dengî Dill Û
Bêdengî Mêşk( Komek Têkst Bo Rahênana Dengê Şanogêrr bi Du Zimanî Kurdî Û Almanî)
12-Kamkarekan, Xaliqî,
Qeredaxî Û Musîqay Kurdî(gotûbêjên Li ser Musîqaya Kurdî di navbera salên 1993
Heta 1998, berê bi Zimanê Almanî hatiye belavkirin)
13- Hesen Zîrek Û Zimanî
Dûla
Lêkolîn û babetên şanoyî û sînemayî (Bi rêya Kovar û
rojnameyên navxweyî û derveyî welat û înternêtê hatîn belavkirin)
1-Rîtwall Û Taziyegêrran
(Lêkolîn, Babeta Semînerê di festîvala Şanoyê ya li bajarê Hanofr- Bi Zimanê Almanî)
2-Sîstmî Sema Û Dengî
Derwêşan (Bas Û Lêkolîn Li ser deng Bi zimanê Almanî)
3-50- Sall Nmayiş Û Şano
Le Bokan(Mêjû)
4-Bîrewerî Li ser Tîpî
Şanoy Law(Grohê Tatir Cewan)Î Bokan
5-Dengî Şanogêrr(Teorî Û Teknîka
Deng di Karê Şanogêrrî Û Wêjerîyê de)
6-Kurte Basêk Li ser Şanoy
Kurdî Le Konewe Û Şano Le Rojhellatî Kurdistan(BeşekeLêkolîyê Li ser Rê û rêbazên
Şanoyê di nav Kurdan de, ev destpêka kareke mezintire ku pêwistiya bi çend
pirtûkên k udi vir de jî navê wan hatiye kirin heye.)
7-Dirwazey Basêk Bo Şano Û
Mêjûy Şanoy Kurd(Kurte Baseke ji Bo Pênasekirina Şanoya Kurdî)
8-Xudmuxtarî Yanî Çî?
1979(Şanoname)
9-Nawendekanî Şano Û Fstîwalî
Şano Le Urupa(Nasandina Nawendên Şano yên Awropa)
10-Rojjimêrî Fstîwalekanî
Şanoy Bûkeşuşe Le Urupa( Nasandina Festîvalên Bûkeşuşe Li Awropa)
11-Rojî Cîhanî Şano Le
Amêd(Rapurt)
12-Leyla Bedirxan Semakerî
Kurd
13-Mangî Gullan, Mangî
Nawendî Şanoy Koçer(Kurte Nasandinek a Nawenda Şanoya Koçer)
14-Opray Zerdeşt Le Kontrîn
Şanoy Cîhan Pêşekeş Dekrê(Raport)
15- "Art Kollon"
Benawbangtirîn Pîşangay Urupa(Raport)
16-Fstiywallî Kurte Fîlmî
Hunerî Le Allman(Nasandin Û Raport)
17- Sînemagerî Kurd Û
Rojnamekanî Allman(Basî Sînema)
18-Zncîre Fîlmî
"Cum'e" Le Terazûy Bînerêkda!? (Bas Û Rexne)
19-Tenya Kîsellekanî
Qubadî Defrrin! (Bas Û Rexne)
20-Sînemay Qubadî Û Hiwakan
21-Selaḧedîn Eyyubî Û
Kîsellekan(Sînema Cîhanî û têmî Kurdî)