25 Ekim 2015 Pazar

KURTEJIYANA MESTÛRE ERDALANÎ-KURDISTANÎ (Keybanûya Mîrê Erdelan)





















îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e
meyê bide, nefikire ku meh remezan e
Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re ne
qurîşek du sê, ev fetwaya min ji pîrê mûxan e

      Mah Şeref Xanim a ku wekî Mestûre Kurdistanî tê naskirin, jineke şa’ir, dîroknivîs û nivîskar e. Li gor çavkaniyên nivîskarê kurd Doktor Soran Kurdistanî, Mestûre; di sala 1805an de ji dayîk bûye.

      Di sala 1804an de li bajarê Sine ya rojhilatê kurdistanê ji dayîk bûye. Sine di wê demê de paytexta mîrektiya Erdelanê bû. Mah Şeref Xanim (…. ) di sala 1848an de hê di 41saliya xwe de li Sineyê çûye ser dilovaniya xwe û li wir jî spartin axê. Lê li gorî çavkaniyên nivîskarê kurd Doktor Soran Kurdistanî: Mestûre di sala 1848an de li Sineyê, di temenê 44 salî de çûye ser dilovaniya xwe û di goristana giştî ya Silêmaniyê ya Girdê Seywan/ Başûrê kurdistanê de spartine axê. (Li gor hin çavkaniyan jî li Silêmaniyê çûye ser dilovaniya xwe).

    Ev jina navdar a kurd ji binemala Qadirî bû. Keça Ebul Hesenê Mihemed Axa yê nazirê Kurdistanê bû. Bapîrê wê rêveberê xezînê (darayî) yê mîrektiya Erdelanê bû. Hevjîna Xesrew Xanê mîrê Erdelan e ku wek Xesrewê Nakam (Bêmirad) hatiye naskirin. Her weha Xesrew Xan jî şa’irekî jîrek bû.

     Mah Şeref Xanim bi qasî şa’irtiya xwe jî jineke bi hêz bû. Di bawermandiya xwe de jî xwedî rêz bû. Her weha xetxweşiya xwe jî hebû. Di jiyana xwe de 20 hezar beyt bi zimanê farsî nivîsiye. Lê mixabin dîwana wê ya helbestan bi sedema pirsgirêk û qeyranên nav mîrektiya Erdelan wenda bûye. Hacî Şêx Yehya hewldaneke zêde daye ku beytên Mestûreyê peyda bike. Lê tenê dikariye 1000 beytan berhev bike. Hacî Şêx Yehya ew helbestên Mestûre bi navê “Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî” li Tehranê çap kiriye.(1925). Di hin çavkaniyan de tê gotin ku 2000 beytên wê berhev kirine.1

     Digel helbestvaniyê, wek dîroknivîsekî jî pirtûkek bi navê Dîroka Erdelanê jî nivîsiye. Ev berhem di sala 1946an de li Sine ji aliyê Nasir Azadpûr ve hatiye çapkirin.

     Herweha pîrtûkek olî jî amade kiriye di derbarê Şerîeta Îslamê de. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û lêkûrbûna wê ya di derbarê ol û dîrokê de dide nîşandan. Wê bi xwe “12 ilm qedandiye”. Mîna gelekên din pirtûkê olî bi zimanê Erebî xwendine. Mestûre destûra 12 ilmî wergirtiye.

     Di derbarê zewaca wê bi Xesrew Xan re, di pirtûka Mîrekên Erdelanê de dibêje ku; Xesrew demekê ji bav û mamê Mestûreyê aciz bûye, ji bo dilê wan xweş bike û aştiyekê çêke Mestûre wek hevjîn ji xwe re aniye. Mestûre û Xesrew rêz ji hevre girtine. Ev di helbestên Mestûreyê de jî dixwiyê bê çi qasî ji hev hez dikin. Hûnanek di vê derbarê de wisa ye:

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye
Jxwe ji bilî wî min fikar tune ye
her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min
Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye
bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew
Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

    Mestûre hevserdemê şa’irê mezin Nalî (1797-1855) ye. Nalî li ser Mestûreyê Xezel hûnandine. Ev hûnan heta îro jî bûne sedem ku li dijî Nalî werin bikaranîn (Di vê mijarê de nihêrînên cur bi cur hene)  Sedemê vê hûnana Nalî nayê zanîn, lê dibe ku xwestekek a ciwaniya demî be ku Nalî nivîsî be. Dibe ku di wê dema ku Nalî li Sineyê xwendavan bû hûnandibe. .

     Di derbarê Mestûre Kurdistanî de divê hê berfereh were nivîsandin. Lê ez ê bi van agahiyan vê gotarê bi dawî bînim.

 

Têbînî: Helbest /Dîwana Mestûre/Ji Farsî:Muhsîn Ozdemîr

Çavkanî:

http://www.nusin.net/vb/archive/index.php/t-11954.html

http://www.sorankurdistani.com/masture.html

 

Muhsîn Ozdemîr


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder