20 Aralık 2015 Pazar
HAWAR Û JIYANNAMEYA HEJAR MUKRIYANÎ/Muhsîn Ozdemîr
Di gelek mijaran de Hejar Mukriyanî bi gelek hunerên xwe ve tê pêşberî me. Lê em ê hinekî li ser kurtejiyana mamoste rawestin. Berî ku derbazî jiyannameya mamoste bibim, ez ê bi “hawara” wî dest pê bikim. Ku ev jî helbesta wî ya ku bûye siruşt û îlham ji Şanoya Dayîka Niştiman re ye. Êz ê bi soranî, bi kurmancî û jî parve bikim. Her weha bi şîroveyek helbestane ya li ser wê helbestê jî zêde bikim ku bûye qêrîna hemû dayîkên bendewarên azadiyê di serdema Komara Kurdistan de.
Vaye ew pênc beytên “CÛCELLEY NÎŞTIMAN”
Helbesta Şa'ir Evdirehman Şerefkendî (Hejar Mukriyanî)
Rawkerî bedxû, xiwên rêjî xwên xor
Eto bî û xuda, besiye zullm û zor
Emcariş bim de mollet û mewda
Rolley şîrînim le şîrîn xewda
Le jêr ballim da, ray meperrêne
Hêlanekeman lê merrûxêne
Le xwênî xom dill, endêşê naka
Bellam detirsim tîrit xeta ka
Nedrê le min, we rrollem kewê
Cergekem bibirrê le şîrîn xewê
Dindûkî şûşî, şûşey giyanme
Xet û xallekey, xetî giyanme
To baxeber nî le êş û derdim
Dill debirjênê henasey serdim
Le daykit pirse, pêt dellê hallim
Înca tam dekey jiyanî tallim
Pêm xoşe bimrim nek cûcellekem
Birrencê û bipisê bendî dillekem
Hejar cûcelley nîşitman etoy
Wehay xoş dewêy bewefabî boy
Ferxika Niştiman(Çêlika Niştiman)
Nêçîrvanê bêbext, xwînrêjê xwînxwar
Tu bi Xwedê kî, bes e êdî zilm û zor
Vê carê jî wext û mecal bide min
Di xewa şêrîn de ne zaroyên min
Di bin baskên min de tîrê xwe li wan wer neke
Hêlîna me bi ser me de xerab neke
Li xwîna xwe dilê min fikar nake
Lê ditirsim ku tîrê te xeta bike
Ne ku li min, bikeve li zaroyên min
Bibirre ji şêrîn xewê kezeba min
Nikulên wê yê şûşeyî, şûşeya jiyana min e
Xetxetok û xalên wê, xêzika giyana min e
Tu bê agahî ji êş û jana min
Dilê te diçe henaseya min
Ji diya xwe bipirse, dê ji te re bêje halê min
Hingê were tam bike jiyana min a tehl
Bi min xweş e ku bimrim, ne ku ferxikên min
Biêşê û bitevize benikê dilê min
Hejar, ferxika niştiman î tu
Wisa ji te hez dike ku dilsozê wê bî tu
Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
Mebesta Şa’ir di vir de ev e: Çûkek di nav qurm û betanê darekê de hêlînekê ji bo xwe û ferxikên xwe çê dike da ku di wê hêlînê de ferxikên xwe bi xeyaleke dilaram razîne. Hêdî hêdî per û baskên ferxikên wê çêdibin û dilivin.
Dayîka wan bi zor û zehmetî ji wan re bi rojane gelek danikan tîne û avê peyda dike. Bi vî awayî hay ji wan dimîne û wan xwedî dike.
Ji dûr ve sê nêçîrvan xwiya dibin. Her yek ji aliyekê ve derdikevin û ber bi hêlînê ve tên. Dayîk hîs dike ku nêçîrvan gelek bê rehm û dilkevir in. Bivê nevê, nêçîrvanên bixwazin wan ji xwe re bikin nêçîr. Nêçîrvan bi çavekî beloq û zîq li vî alî û wî alî dinêrin heta ku digêhin bin wê dara ku çûk û ferxikên wê lê danîne. Dayîk ji neçarî nizane çi bi ferxikên xwe bike. Yek ji nêçîrvanan hewl dide ku serê wan ji wan bistîne ango zû wan bikuje. Dayîk bi qêrîn û hawar, bi girîn û nalîn bi ser zarokên xwe de dikê qêjîn:
Ey nêçîrvanên xwînxwar, dizanim ku tu bi timahiya nêçîra min hatî. Me li vir ji bo xwe li vî quncikî hêlîna xwe çêkiriye. Li vir bi hev re me hêlîna xwe çê kiriye. Di ser me de hilneweşîne. Di bin baskên min de ferxikên min ên nazdar raketine. Wan ji xewê raneke. Me ev hêlîna xwe ya biçûk bi xwîna dil çêkiriye. Bi ser me de xerab neke. Nikulê şûşeyî yê ferxikên min şûşeya canê min e. Text û xalîçe per û baskên wan nîşaneya canê min e. Ez ji mirina xwe natirsim, lê tirsa min ji vê ye ku ew tîrê ruhstên li zarokên min bikeve û ji xewa şêrîn wan hilteqîne û benikê kezeb û dilê min biqetîne.*
KURTE JIYANNAMEYA HEJAR MUKRIYANÎ
Mamosta Hejar sala 1920an li bajarê Mehabadê hatiye
dinyayê. Navê wî yê rasteqîn Mamosta Ebdurehman Şerefkendî
ye. Di ciwaniya xwe de li gundê derdora Mehabadê û Bokanê di
nav hicrê feqiyan de perwerdehiya olî dibîne. Mixabin hê
perwerdehiya xwe neqedandî bavê wî diçe ser dilovaniya xwe.
Bêyî ku îcazê werbigre dev ji xwendinê berdide û bi
xwedîderketna xwîşk û birayê xwe mijûl dibe. Hê 17 salî bû
dizewice û dikeve ber mal û maldariya bi rebenî û hejarî.
Mixabin hevsera wî jî ji ber nexweşiyekê dimire. Ew dîsan bi
hejariya xwe re bi tenê dimîne. Êdî ew ji ber hesreta dildara xwe
ji Mehabadê derdikeve û diçe bajarê Bokanê. Li vir jî dizewice.
Mamosta Hejar di 20saliya xwe de dest bi nivîsîna
helbestan dike. Xwendin û nivîsandina kurdî xwe bi xwe fêr
bûbû. Ji ber ku hê di zaroktiyê de evîndarê Kurdistanê bû. Ew bi
helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî û Hacî Qadirê Koyî
hevnas dibe. Ji helbestên wan bandorê dibe û dest bi helbestên
kilasîk dike. Di 24 saliya xwe de li Kurdistanê bi nav û deng dibe.
Di 24 saliya xwe de li bajêrê Seqizê dikeve zindanê. Dema ji
zindanê derdikeve direve û diçe Iraqê. Bi şoreşa başûrê
Kurdistanê re hevkariyê dike. Ji ber pêkutiyên rejima Iraqê
direve û diçe Sûrye û Lubnan û Misrê.
Piştre dîsa tê başûrê Kurdistanê û li vir dimîne. Piştî
binketina şoreşa başûr bi Barzaniyan re diçe Îranê û li bajarê
Kerecê dimîne û dest bi nivîsandinê dike.
Di sala 1990an de diçe ser dilowaniya xwe. Termê vî
helbestvan û nivîskarê neteweyî li Mehabadê dispêrin axê. Bi
navê Şêrko, Agirî (Mustefa), Zagros û Xanî çar kurên Mamosta
Hejar hene.
Gelek berhem li pişt xwe hiştine. 24 pirtûkên wî hene.
Hinek ji van pirtûkan; Wergera Mem û Zînê ji kurmancî bo
zaravayê soranî. Wergera Şerefnamê bi kurdî. Dîwana helbestan
Bo Kurdistan. Çarînên Xeyam (werger). Hembane Borîne
(ferheng) Wergêra Qurana bi kurdî. Vergêra Qanûna Ebû Elî
Sîna bi Farsî. Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî. Çêştî
Micêvir(serpêhatiya wî)- (Muhsîn Ozdemîr/Şanoya Dayîka Niştiman û Koşka Miradan/weşanên Na 2015)
Giringiya Wergerê û Mamoste Hejar …
Mamoste Hejar Mukriyanî, helbestvaneke mezin e,
mezintirîn ferhenga kurdî-kurdî farsî amadekiriye. Ji ber ku
li ser kurmancî jî serwext e, di ferhenga wî de hemû
wişe(bêjeyên)kurdî mirov dikare bibîne. Her weha
wergêreke mezin e jî. Bi taybet di navbera zaravayan de
lêanînek rêk û pêk pêk tîne. Ji hebûna sînoran haydar e.
Dizane ku êdî roj bi roj dîalektên kurdî bi sersedema sînoran
û zextên dagirkeriyê dê navbereke dirêj veke. Ji bo ku kurd
di hafizeya hevpar de hay ji hev hebin Mem û Zîn a Ehmedê
Xanî werdigerîne zaravayê soranî. Îro, hezaran mirov
dikarin bi xêra vê wergerê hay ji vebîra xwe ya hevpar hebin
û Mem û Zîn ê bi zaravayê soranî bixwînin.
Em dibînin ku “Şanoya Dayîka Niştiman” ku yekemîn
Şanoya kurdî ye û bi zimanê kurdî leyistîyê(di salên 1942-
1944 an de). Vê şanoyê jî sirûşta xwe(îlhama xwe) ji
helbestek bi navê “cûceley Nîştiman” Çivîka(Ferxika) Welat
ya Mamoste Hejar wergirtiye.
Di salên niha de em dibînin ku bêyî bibîranîna mamoste
Hejar em nikarim vebîra xwe nû bikn. Wê demê her ku em
vebîra xwe ya kurdî zindî bikin em dikarin li ser wê bingehê
hunereke xwemalî ava bikin. Bêyî hunera xwemalî em
nikarin di pêşbirka angaşteya bi hunera gerdûnî re xwedî
cih û gotin bin. Li ser her kurdîhezî dibê ferzeke perestêşî da
ku peywire xwe li hember van nemirên wêje û vebîra kurdî -
kurd pêk bîne. (Muhsîn Ozdemîr/21 ê Rêbendana 2015/ Şanoya Dayîka Niştiman û Koşka Miradan/weşanên Na 2015)
Firmêsk û Mey/ Hejar Mukriyanî
Ew qas nehêjaye dinya,
xema wê bixwî
Bi emanetî hatiyî
Divê zû herî
jixwe, bi taybetî di rojên pîrî
Başe xwe bigrî li quncikê tarî?
Bi bêxemî bijî, bi bêxemî bimre
Xwe li quncikê tarî yê meyxanê bigre.
Bi mestî bimre, bi mestî rabe
Heta roja heşrê mestiyek besî te ye
Ey sofî bese êdî , hew rastiyê lixwe ke
Were cem min firrekî vexwe
Ev der li gor wir weke mezra ye
ji dûvikê riha te çi jê dernayê
Ku li vir çawa bî, tê her wisa bî
Ger li vir rûxweş bî
Li wir jî tu yê rûxweş bî
Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr( Ev helbest bûye stran jî)
Çarînek ji Mamoste Hejar
Ger şeşûyeka dinyayê milkê te be
Hezar salên dagirtî temenê te be
Bizane, serencam gor e warê te
Bi merdî bijî û haya te ji te hebe
Kurmancîkirin: Muhsin Ozdemîr
Çavkanî:
Muhsîn Ozdemîr/21 ê Rêbendana 2015/ Şanoya Dayîka Niştiman û Koşka Miradan/weşanên Na 2015)
Muhsîn Ozdemîr/08/06/2015/Batman
nîşe: dikare li ser navnîşana: http://ferhengaciyan.blogspot.com.tr/…/hawar-u-jiyannameya-… jî were xwendin
Muhsîn Ozdemîr
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)